Fetwayen Kurdi
Eger îkramiye rastî bilêta piyangoyê ya promosyonê were dê rewş çawa be?

Eger îkramiye rastî bilêta piyangoyê ya promosyonê were dê rewş çawa be?

Pirs: Beriya serê salê hin îstasyonên benzînê yan jî hin firoşgeh wekî promosyonê bilêtên piyangoyê didin kesên ku alvêr bi wan re kirine. Rewşa vê yekê çi ye? Heke îkramiye rastî vê bilêtê were dê çawa be?

Bersiv: Piyango qumar e. Bi sedema ku qumar di dînê me de heram e, girtina bilêta piyangoyê dibe beşdariya lîsitika qumarê. Girtina bilêtê bi rêya promosyonê encamê naguherîne, xwediyê wê bilêtê dîsa jî dibe beşdarê qumarê. Gava mey an goştê beraz wekî diyarî promosypn ji bo yekî Misilman were dayîn da ku nekeve guneh divê ku wan îmha bike, bilêta ku wekî promosyonê hatiye dayîn jî divê ku biqetîne, îmha bike.

Hûn dikarin bersiveke me ya din ji navnîşana jêr temaşe bikin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/hediye-olarak-verilen-milli-piyango-biletini-ne-yapmak-gerekir.html