Fetwayen Kurdi
Qezenca ku ji lîstikên siûdê tê bidestxistin heram e?

Qezenca ku ji lîstikên siûdê tê bidestxistin heram e?

Pirs: Ma ji aliyê olî ve kar û qezenca ku ji piyango, loto, toto û hwd. ji lîstikên siûdê tê bidestxistin heram e?

Bersiv: Bi îtimada li ser tiştekî ku encama wê ne diyar e û bi vê rêyê windakirina mal bi awayekî hêsan an jî qezenckirina pereyan bê zor û zehmetî heram e. Kesên ku bi îskambîl, nerd (tewla) û hwd. ji lîstikan qumarê dilîzin, ji bo lîstikeke ku encama wê ne diyar e (ka kî dê bi ser bikeve)  pereyan didin an jî bi vî awayî bê zor û zehmetî pereyan kar dikin. Di lîstika piyango û toto de jî heman rewş heye. Beşeke ji pereyên ku ji bo beşdarbûna lîstikê tê dayîn ji aliyê saziya ku lîstikê li dar dixe tê hilanîn. Tiştê mayî jî di encama çîtika ku di nav beşdaran de tê kişandin de li çend kesan an jî mîna lîstika totoyê di nav çend beşdarên ku texmîna wan rast derketiye de tê belavkirin.

Di heyama Cahiliyê de di nav ‘Ereban de jî qumareke wan a ku dişibe piyangoya roja me hebû û bi vê îftixar jî dikirin. Wekî mînak: Hêştirek digurandin, dikirin 28 par. Beşdaran bihayê hêştirê didan û di nava wan de çîtik dihat kişandin. 10 tîrên wan hebûn. 3 tîr vala, 7 tîr jî tije bûn. Ev tîr dixistin hundirê tûrikekî û yekî pêbawer û ewle ji bo beşdaran çîtik dikişand. Yên vala par nedigirtin, yên tije jî para xwe li jar û feqîran belav dikirin. Dînê me ev qumar jimartiye û qedexe kiriye. (Bnr: Muhammed Hamdi Yazır, Hak Dini Kur’an Dili, c: I, rp: 764-765)

Ji bo komele û saziyên xêrê yan jî ji bo armancên însanî jî ne pêkan e ku  destûra lîstina bi qumar û piyangoyê were dayîn. Ev dişibe arîkariyên ku ji defîleyên bi reqs, bale û mankenên tazî tê kom kirin. Her çiqas armanc baş be jî navgîn û wesîleya ku serî lê tê xistin şaş e. Berbestkirina xerabiyan di dînê me di ser bidestxistina başiyan re hatiye girtin.  Ev di Huqûqa Îslamê de bi distûra “درء المفاسد أولى من جلب المصالح” (Der’ul-Mefâsid ewla min celbi’l-Mesalih) hatiye ripinkirin. Ango “Pêşîgirtin û rakirina xerabiyan berî bidesxistina başiyan tê”.

Ji ber vê yekê li gorî dînê me ne pêkan e ku ji bo lîstikên mîna toto û piyangoyê destûr were dayîn.

şe: Ji bo temaşekirina bersiva me ya di der barê piyangoyê de ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/milli-piyango-bileti-almak-caiz-midir.html