Pirs: Min nivîsa me ya di derbarê destûra welî di zewacê de xwend û di vê mijarê min xwe gelekî sûcdar his kir. Lewra min saleke berê, bê ku haya malbata min jê hebe bi dizîka bi xortekî ku min jê hez dikir, nîkaha xwe ya dînî birî. Lê belê piştî ku min nivîsên we xwendin, min nas kir ku tiştê min kiriye ne rast e. Ez nizanim ka ez ê çi bikim. Ango ez hîn jî bi mêrê xwe re dijîm. Ez nikarim ji malbata xwe re bibêjim, qet ne mumkin e; lewra li gorî wan hîn jî ji bo zewacê zû ye. Ez niha 23’ê salî me û ji bo tevgereke rast ez li hêviya şîrovekê me ji we. Ez çi bikim, ma em jihev biqetin? Ji kerema xwe re bi lezgînî bersiva pirsa min bidin.
Bersiv: Têgihîştin û poşmaniya we ji şaşiya ku we kiriye, tirsa we ya ji Xwedê Teala nîşan dide. Ev tiştekî gelekî girîng e. Çendîn însan hene digel ku şaşiya xwe dizanin jî vê qebûl nakin. Madem hûn bi şaşiya xwe hesiyan, wê gavê divê hûn bizanibin ku dema vegera we ya ji vê şaşiyê jî hatiye.
Hûn dikarin ji yekî hez bikin. Gunehê vê yekê tune ye. Ya guneh ku bi yekî biyanî re dest di dest de bihev re bigerin, bi tena serê xwe bimînin, bi dizî nîkaha dînî bibirin û hwd.
Divê hûn rewşa xwe ji malbata xwe re bi zimanekî xweş vebêjin. Herwiha ji wan re îzah bikin û bibêjin ger hûn destûrê nedin, ez ê têkevim rewşeke teng û ji bo zewaca min hewcedarî bi riza û destûra we heye. Ger destûrê bidin, wextekî berî wextekê hûn ê nîkaha xwe bibirin, bizewicin. Ger na jî hûn ê serî li Daîra Mehrbirînê bidin, nîkaha xwe yî fermî bibirin. Ji wan herdu rêyan pê ve ji bo we tu rêyeke din xuya nake.
Wekî din jî, di roja me de ger hûn sirf nîkaha dînî bibirin, hûn ê mexdûr bibin, li derve bimînin. Siberoj gava hûn ji hev biqetin, hûn ê nikaribin doza tu mafekî bikin. Ha ji bo vê yekê an malbata we dikeve meselê an jî bi nîkaha fermî bizewicin, bi vî rengî hûn ê mafê xwe bi rêya huqûqî biparêzin.
Heta hûn bizewicin jî hewl bidin ku hûn demên bi rojî biborînin. Lewra rojîgirtin, nefsa însan terbiye dike. Di derheqê vê yekê de Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:
“Gelî xortan! Qaweta we kê û zewicandinê hebe bila bizewice. Ew kesê qawet û îmkana wî ya maddî tune be, bila rojî (ya nafîle) bigire. Lewra rojî şehwetê dişikîne.”(Buxarî, Nîkah, 3; Muslim, Nîkah, 1)