Fetwayen Kurdi
Ez çawa dikarim cudahiyên di navbera mezheban de hîn bibim?

Ez çawa dikarim cudahiyên di navbera mezheban de hîn bibim?

Pirs: Ez dixwazim cudahiyên di navbera mezheban de hîn bibim? Gelo cudahiyên di navbera wan de çi ne, hûn dikarin bijimêrin?

Bersiv: Jimartina cudahiyên di navbera mezheban de tê wateya nivîsandina berhemeke ji çend bergan pêk tê. Heke hûn berhemên di vê mijarê de hatine nivîsandin bixwînin, hûn ê cudahiyên di navbera mezheban de bibînin. Li ser meselê berhema ‘Ebdurrehman el-Cezerî ya bi navê “el-Fiqhu ‘ela el-Mezahib el-Erbe‘e” (fiqha Îslamî li gorî çar mezheban) yek ji wan berheman e. Ev berhem, bi navê “Dört Mezhebe Göre İslam Fıkhı” bi bal Turkî ve hatiye wergerandin. Ji bilî vê, berhema Wehbe Zuhaylî ya bi navê “el-Fiqhu’l-Îslamî we Edilletuh” jî bi vî şêwazî hatiye amadekirin. Ev berhem, bi navê “İslam Fıkhı Ansiklopedisi” bi bal Turkî ve hatiye tercumekirin. Wekî din berhemeke ku bi tenê cudahiyên di îbadetan de di xwe de dihewîne heye. Ew jî berhema Vecdi Akyüz ya ku bi navê “Mukayeseli İbadetler İlmihali” ye.