Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare ji hêsaniyên mezheban îstifade bike?

Ma mirov dikare ji hêsaniyên mezheban îstifade bike?

Pirs: Min nêrînên we yên di der barê vebestiya bi mezhebên fiqhî de xwendin. Dema mirov bikeve rewşeke ku ji nêrînên cuda yên di navbera mezheban yekî hilbijêre û nêrîna ku karê wî hêsan dike tercîh bike gelo berpisryariya wî li xafa Xwedê Teala çi ye?  

Bersiv: Şîrove(yên) ku dê were/werin tercîhkirin heke ne dijraberî/li dijî ayet an jî hedîsekê be, di vê de tu mehzûr tuneye. Lewra di ‘emelkirina bi nêrînên mezheban de pîvana sereke ev e. Ji ber vê yekê heta ku tiştekî li dijî vê rewşê dernekeve holê, mirov dikare li gorî nêrînên mezheban –kîjan dibe bila bibe– tev bigere.

Ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr jî bidin:

www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/bir-insan-omur-boyu-ayni-mezhebe-bagli-kalmak-zorunda-midir.html