Fetwayen Kurdi
Ez nexweş im. Heta ji nexweşiya xwe baş bibim ma ez dikarim xwe neşûm?

Ez nexweş im. Heta ji nexweşiya xwe baş bibim ma ez dikarim xwe neşûm?

Pirs: Ez xwendekarê Zanîngehê me û emrê min 19 sal e. Bi sedem ku min pir caran serê xwe şûşt ez nexweş ketim û heta çend rojan ez ê nikaribim têkevim nav avê. Ez dikarim bi cenabet bimînim, heta ez ji nexweşiya xwe baş bibim? An jî ez ditirsim ku nexweş bikevim û ji xwendina xwe paşde bimînim.

Bersiv: Ne ji ber şûştina pir, pêkan e ku piştî şûştinê hûn li xwe ne miqate ne lewra hûn nexweş dikevin. Divê hûn hay ji xwe hebin.

Merivê misilman herî zêde biqasî dema limêjekê dikare bi cenabet bimîne. Ji vê bêhtir, ne caiz e ku meriv bi cenabet bisekine.

Lê belê di halê ku eger hûn serê xwe bişûn hûn ê nexweş bikevin, wê demê hûn dikarin teyemum bigirin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Dema we xwest hûn limêj bikin, rûyê xwe û destên xwe heta enîşkan bişûn, serê xwe mesih bikin herdu lingên xwe jî digel gwîzekan. Eger hûn bi cenabet bin serê xwe bişûn. Eger hûn nexweş bin yan rêwî bin yan yek ji we ji avrêjê hatibe yan jî hûn hinguftbin jinan û we av nedîtibe, wê çaxê bi axeke paqij teyemumê bigirin; rûyê xwe û destên xwe bi axê mesih bikin. Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike da ku hûn Wî bişêkirînin.”[1]



[1] Maîde, 5/6.