Fetwayen Kurdi
Hukmê recma şeytên di hecê de çi ye?

Hukmê recma şeytên di hecê de çi ye?

Pirs: Ma recma şeytên heye? Di van demên dawî de hin seyda li ser ekranên televîzyonan dibêjin ku recma şeytan tune ye, belbî piştre hatiye derxistin. Gelo rastiya vê meseleyê çi ye?

Bersiv: Recma şeytên bi ayetê sabit e. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Di rojên bijimar de Xwedê dibîr bînin. Vêca kî di du rojan de (ji Mînayê) vegere, tu guneh li serê namîne. Kî dereng bimîne jî li ser wî jî tu guneh namîne. Ev, ji xweparêzan re ye. Ji Xwedê bitirsin. Bizanin ku, birastî hûn ê bi bal Wî ve bên komkirin.”[1]

Ji roja yekê cejnê re yewmu’n-nehr, ji roja dudu, sisê û çarê wê jî re eyyamu’t-teşrîq tê gotin. Di roja yekem de hecî, şeytan direcimînin, qurbanê serjê dikin û dadikevin Mekkeyê Ke‘beyê tewaf dikin. Dema ku vedigerin Mînayê jî ev roj diqede, roja duyem ango eyyamu’t-teşrîq dest pê dike. Piştre li Mînayê îbadeta recma şeytên ya sê rojan li pey hev, dimîne. Hecî jî mîna ku Pêxemberê (s.a.w) kiriye, her roj piştî nîvro şeytanên biçûk, navîn û yê mezin recim dikin û bi vî awayî îbadeta xwe ya hecê temam dikin. Mîna ku di ayetê hate diyarkirin, kesê îbadeta xwe ya hecê pêk anî eger di hundirê vê demê ji kirinên nebaş xwe parastibe, hemî gunehên wî ji serê diçin. Rewşa kesên ku ev peywira han di du rojan de qedandibin jî wiha ye. Di dema recma şeytên de meriv dibêje “Bîsmillahî Ellahû ekber.” Zikrê van rojan ev e. Pêxemberê me (s.a.w) bi kirina xwe ev nîşanî me daye.



[1] Beqere, 2/203.