Fetwayen Kurdi
Nexweşê ku tedawiya radyoterapiyê dibîne, ji dêla xuslê ma dibe ku teyemum bigire?

Nexweşê ku tedawiya radyoterapiyê dibîne, ji dêla xuslê ma dibe ku teyemum bigire?

Pirs: Ez nexweşê kansêrê me û detawiya tîrojê dibînim. Di dema radyoterapiyê de divê ez xwe neşûm. Ev jî nêzî meh û nîvekê ye. Lewre ez nikarim xusla xwe rakim. Cihê ku tîroj lê dikevin, divê av negihîjê. Ma ez dikarim teyemum bigirim? Birastî ez nizanim ka ez ê çi bikim?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

Xwedê her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike.”[1]

Di babeta mijarên dînî de Xwedê Teala tu zor û zehmetî li însanan bar nekiriye. Ew, wiha ferman dike:

Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike. Da ku hûn Wî bişêkirînin.”[2]

Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye.”[3]

Li ser koran tu guneh tune ye, li ser seqetan tu guneh tune ye û li ser nexweşan jî tu guneh tune ye. Kî bi gotina Xwedê û Qasidê Wî bike, Xweda dê wî bixe bihiştên ku di binê wan de çem diherikin. Kî jî li paş bimîne, Xwedê dê bi ezabekî dijwar wî ceza bike.”[4]

Eger di hundirê vê demê de divê ku av negihîje tu cihekî ji bedena we, wê gavê hûn dikarin teyemum bigirin. Ev, ji bo we hêsaniyek e ji aliyê Xwedê ve ye. Lê cihê tê tedawîkirin, eger biçûk be û şûştina deverên din dê zirarê nedê, ew der dê bi paçekî bê girêdan û cihê mayî jî dê bê şûştin. Jixwe şertê vê jî ev e ku zirarê nede tedawiya we. Eger zirarê bide, mîna ku me di berê got, divê hûn teyemum bigirin.

Bûyereke ku di serdema Pêzxember de (s.a.w) qewimiye û têkilatiya wê bi vê mijarê re heye wiha ye:

Li gorî ku ji Cabir kurê Ebdullah (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye:

Em derketibûn rêwîtiyekê, kevir li zilamekî bi me re bû ket û serê wî şikand. Paşê vî zilamê han bi cenabet ket. Ji hevalên xwe pirsî: “Hûn ruxseta ku ez teyemumê bigirin dibînin?” Wan jî got ku: “Tu dikarî avê bikar bînî, em bo te ruxseta (teyemum girtinê) nabînin.” Li ser vê yekê, zilam serê xwe şûşt û di encama wê de mir. Dema em derketin hizûra Pêxember (s.a.w), ev bûyer jê re hate gotin. Li ser vê, Pêxemberê me (s.a.w) wiha got:

Zilam kuştine, Xwedê jî wan bikuje! Madem nizanibûn, çima nepirsîn? Dermanê nezanînê, pirskirin e. Teyemum jê re bes bû. Divê birîna wî bi paçekî bihata girêdan û ser wê bihata mesihkirin, piştre jî tiştî mayî ji laş bihata şûştin.”[5]



[1] Beqere, 2/286.

[2] Maîde, 5/6.

[3] Hec, 22/ 78.

[4] Fetih, 48/17.

[5] Ebû Dawûd, Teharet, 125, jimara hedîsê: 336.