Fetwayen Kurdi
Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim?

Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Divê ez çi bikim?

Pirs: Ez nikarim xwe bi tevahî bidim nimêjê. Hişê min her gav diçe hin cihên din. Divê ez çi bikim an jî ez dikarim çi bikim?

Bersiv: Di dema kirina nimêjê de belaweliya hiş û hatine fikir û ramanê cur bi cur, tiştekî xwezaî ye. Ev rewş, hatiye serê pêxemberan bi xwe jî. Lewra şeytan, bi kesê ku li ser rêya rast in re bilî dibe. Kesên ku nimêjên xwe nakin, îbadetên xwe pêk nayinin bi kurtasî kesên ku ne di rêya Xwedê Teala de, tu karê şeytan bi wan re tuneye. Eger hûn li ser kirina nimêjê bi biryardarî berdewam bikin, bi borîna demê re ev dê kêm bibin. Herî dawî em tewsiye dikin ku hûn hevpeyvîna me ya di lînka jêr de ye bixwînin:

www.suleymaniyevakfi.org/elestiriler/altinoluk-dergisinin-roportaji.html