Fetwayen Kurdi
Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim?

Da ku bikaribim rabim nimêja sibehê divê ez çi bikim?

Pirs: Ji bo kirina nimêjên xwe îhtimamê nîşan didim. Lê belê bi piranî ez nikarim nimêja spîdeyê bikim, dihêlim qezayê. Lê belê ez dizanim ku ev karekî ne rast e. Di vê mijarê de divê ez çi bikim? Ez çawa dikarim dev ji vê qelsiya xwe berdim?

Bersiv: Ji bo rabûna nimêja sibehê divê hûn temamê tedbîr û pêşgiriyan bigrin. Bi taybetî jî, dereng ranezên da ku hûn bikaribin zû rabin. Ji bo rabûna nimêja spîdeyê hûn dikarin saet an jî telefona xwe eyar bikin. Ji bo hûn alarmê wan negrin û careke din nekevin xewê, wan li cihekî ji nivîna xwe dûr neydin. Bi vî awayî hûn ê ji xew hişyar bibin.

Li aliyê din hûn dikarin ji efradên malbatê yan ji hevalên xwe yên ku nimêja spîdeyê dikin jî alîkariyê bixwazin. Heke hûn telefona xwe vekirî bihêlin, ew dê li we bigerin. Jixwe bi borina demê re hûn ê hînî vê yekê bibin û êdî bi hêsanî rabin nimêja spîdeyê.

Digel hemî tedbîr û pêşgiriyan eger hûn di xew de bimînin û nikaribin rabin, dema hûn hişyar hûn ê nimêja xwe bikin.