Fetwayen Kurdi
Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe?

Dema jin di pêşiya nimêjker re derbas bibe, ma nimêj betal dibe?

Pirs: Ma hedîseke bi vî rengî heye: “Gava seg, ker û jin di pêşiya kesê nimêj dike re derbas bibe, nimêj betal dibe.” Hûn dikarin vê yekê şîrove bikin?

Bersiv: Di der barê ku dema seg, ker û jin di pêşiya kesê nimêj dike re derbas bibe nimêjê betal dike de hin riwayet hene. Ew jî di berhemên mîna Muslim, Ebû Dawûd, Tirmizî û Nesaî ji Kutubê Sitte de cih digrin. Her sê tiştên ku nimêjê betal dikin jî di riwayetên ciyawaz de wiha têne rêzkirin: “segê reş-ker-jin”, “segê reş-jina di kirasa de”, “beraz-Cihû-Mecûsî”, “ker-kafir-seg-jin.”  (Ji bo hedîsan bnr: Şewkanî, Neylu’l-Ewtar, c: 3, rp: 11-12.)

Lê belê dîsa di heman berheman de agahiya ku dayika me ‘Eyşeyê ev riwayet red kirine jî cî digre. Gava mijara derbasbûna seg, ker û jinê li pêşiya kesê nimêjker nimêjê betal dike hatiye axaftin wê wiha gotiye:

“Bi yekdîtina seg û jinan we karekî pir kirêt kir! Ez qesem dikim ku ez dizanim Resûlullah gava nimêj dikir ez di navbera wî û qibleyê de razayî bûm, dema bixwesta ku biçe secdeyê dest dida lingên min, min jî lingên xwe dikşandin.” (Buxarî, Selat, 108; Muslim, Selat, 269-271; Ebû Dawûd, Selat, 111; Nesai, Qible, 10.)

Di riwayeteke din a ku di Buxarî û Muslim de derbas dibe:

Li nik ‘Eyşeyê (x.j.q) mijara tiştên ku nimêjê betal hat gotûbêjkirin. Di wê navberê de navê seg, ker û jinê derbas bû. ‘Eyşeyê wiha got:

“We dîsa em şibandin ker û segan. Wellahî, min dîtiye digel ku ez di nivînan de diketim navbera Resûlullah û qibleyê wî nimêj dikir. Dema hewcedariyeke min pêk bihata ez rûdiniştim min nedixwest ku ez wî aciz bikim, ji aliyê jêr (yê nivînan) hêdîka derdiketim.”  (Buxarî, Selat, 99, 102, 105, 108; Muslim, Selat, 269-271.)

Li gorî vegotina Îmam Newewî, digel Îmam Malik, Ebû Henîfe û Îmam Şafiî ji îmamên mezheban li gorî piraniya aliman (cumhurê ulemayan), bi derbasbûna tiştên li jor hatin jimartin û yên nehatin jimartin jî li pêşiya kesê nimêjker, nimêj betal nabe. (Îmam Newewî, Şerhu Sehîhi Muslim, c: 4, rp: 227) Bi baweriya me jî ya rast ev e.