Fetwayen Kurdi
Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin?

Eger piştî nimêjê diyar bibe ku îmam bêdesmêj e dê çi bê kirin?

Pirs: Eger piştî kirina nimêjê were bîra îmam ku bêdesmêj e, dê çi bê kirin?

Bersiv: Eger îmamek bêyî zanîn/jibîr bike bêdesmêj an jî bi cenabetî li pêşiya cemaetê nimêj bike û heta nimêja xwe kuta bike li vê yekê newerqile;

  1. Li gorî Henefiyan divê hem îmam hem jî cemaet nimêja xwe ji nû ve bikin.
  2. Li gorî ‘Umerê kurê Xettab, Osmanê kurê ‘Effan, ‘Eliyê kurê Ebû Talib û ‘Ebdullahê kurê ‘Umer ji sehabiyan digel mezhebên Şafiî, Malikî û Henbelî di rewşeke wisa de cemaet nimêja xwe dubare nake; lê belê bi sedema ku nimêja îmam ne sehîh e, divê ew careke din bike.

Li gorî Henefiyan sehîhi/duristiya nimêja cemaetê, bi duristiya nimêja îmam ve girêdayî ye. Her çiqas jibîr kiribe jî bi sedema nimêja ku îmam bêdesmêj kiriye betal e, nimêja cemaeta li pey wî jî betal e.

Li gorî kesanê ku nêrîna din dipejirînin, duristiya nimêja cemaetê bi nimêja îmam ve ne girêdayî ye. Ji ber vê yekê nimêja îmamê ku piştî kutabûna nimêjê bêdesmêjiya xwe ferq dike betal e; lê belê nimêja cemaetê ne betal e. Delîlên wan ên din jî wiha ne:

Umer (x.j.q), piştî ku li pêşiya cemaetê nimêja spîdeyê kiriye hatiye bîra wî ku bi cenabet e, li ser vê yekê nimêja xwe careke din kiriye; lê belê cemaetê dubare nekiriye.

Her wiha hatiye ragihandin ku heman bûyer hatiye serê Osman  (x.j.q) jî. Wî nimêja xwe dubare kiriye; lê belê ji cemaetê re negotiye ku nimêja xwe careke din bikin.

Hatiye ragihandin ku ‘Elî (x.j.q) wiha gotiye: “Eger yekî bi cenabet îmamtiyê bike û bi vî rengî nimêjê temam bike, ez dê fermana bi rakirina xuslê û dubarekirina nimêjê lê bikim. Lê belê ez emir nakim ku cemaet nimêja xwe dubare bike.”

‘Ebdullahê kurê ‘Umer jî rojekê li pêşiya cemaetê nimêja nîvro kiriye, dema hatiye bîra wî ku bêdesmêj e, nimêja xwe careke din kiriye; lê belê cemaetê nekiriye. (Bnr: Îbn Qudqme, el-Muxnî, c. 1, rp: 777, mesele 1004; Îbn Ruşd, Bidayetu’l-Muctehid, c: 1, rp: 122; Wehbe ez-Zuheyli, el-Fiqhu’l- Îslamî ve Edilletuhu, c: 2, rp: 199-200)

Delîl, destnîşan didin ku îmamê bêdesmêj an jî bi cenabet dema bêyî zanîn/jibîr bike li pêşiya cemaetê nimêj bike û heta nimêj xelas bibe li vê yekê newerqile, dê ew bi tenê nimêja xwe dubare bike û nimêja cemaetê sehîh e. Lewra tebabûna îmam, ne ku mirov peywira kirina nimêjê bixe stûyê îmam, tebabûna îmam di wateya ku mirov bi hev re nimêj bike. Ji vê jî diyar dibe ku her kes nimêja xwe dike, kêmasiya yekî bandorê li ê din nake.