Pirs: Di şirketa me de komeke ji karkeran di dema xebatê de nimêjên xwe dikin û ev rewş ji aliyê me ve bi rêzdarî tê qebûlkirin. Lê belê jimara kesên nimêj dikin her roj zêdetir dibe, ji ber vê yekê û bi sedema nimêjên ku ne di wexta bêhndanê de tên kirin, bi endazeyeke mezin bi neyênî bandorê li hilberiya me dike. Ma dibe ku karkerên me nimêjên xwe bihêlin qezayê û piştî karberdanê nimêjên xwe bikin?
Bersiv: Nimêj, fermana Xwedê Teala ya vebirî ye û ji peywirên Misilmanan ya bingehîn e. Her kesê Misilman divê di dema wê de û li gorî şertên munasib nimêja xwe bike. Bi hinceta ku li pêşiya kar û xebatê dibe asteng mirov nikare nimêja ferz, bihêle qezayê. Leşkerên Misilman dema di çeperên cengê şer dikin jî nikarin nimêjên bihêlin qezayê. Di rewşeke wisa de nimêja xwe bi dorê dikin. Karkerên we jî bi awayekî ku kar û xebatê neewiqînin dikarin nimêj bikin. Di serî de dê komek biçe, nimêja xwe bike û vegere, piştre dê koma duyem biçe nimêja xwe bike. Eger bi vî rêngî were birêkûpêkirin dê tu pirsgirêk dernekeve holê.
Li aliyê din divê em dibîr bixin ku li gorî Qur’an û Sunnetê nimêj di wextên wan ên diyarkirî de tên kirin. Ango hiştina nimêjan ji bo qezayê nabe dabaşa xeberdanê. Bi tenê kesên “di xew de” bimînin an jî “jibîr bikin” gava şiyar bûn/hat bîra wan dikarin ji derveyî demên diyarkirî nimêja xwe bikin. Ev jî ji bo wan nabe qeza, dibe eda. Ji bilî van herdu rewşan çi bi sedema kêfî çi jî bi sedema sistayî, tiralî û xebatê mirov qet nikare nimêjên xwe bihêle qezayê.