Fetwayen Kurdi
Firotina malekî bi bihayê nû durist e yan na?

Firotina malekî bi bihayê nû durist e yan na?

Pirs: Hin kes dibêjin ku hûn nikarin malê di destê we de ye bi bihayê nû bifiroşin, divê ku hûn bi bihayê kevn bifiroşin. Ma tu esas ji vê gotinê re heye?

Bersiv: Ji vê gotinê re tu esas û bingeh tune ye. Di heman wextê de ev gotin li dijî emrê Xwedê ye ku divê bihayê tiştan li gorî rizaya herdu terefan be. Lewra dema bihayê tiştan zêde bibe û mirov ji firoşker bixwaze ku bi bihayê kêm yanî yê berê bifiroşe, dibe firotinek bi zorê û bê riza dilê wî. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Di navbera xwe de malên hev bi neheqî nexwin, lê belê ji bazirganiyeke ku we bi dilê xwe li hev kiribe hûn dikarin bixwin.[1]

Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha gotiye:

Ku ne bi riza dilê mirov be, malê tu kesî li kesekî din ne helal e.”[2]



[1] Nîsa, 4/29.
[2] Ehmed kurê Henbel, Musned, V, 72.