Fetwayen Kurdi
Malê ku di destê me de ye, dema bihayê wê zêde bibe, ma divê em bi kîjan bihayî bifiroşin?

Malê ku di destê me de ye, dema bihayê wê zêde bibe, ma divê em bi kîjan bihayî bifiroşin?

Pirs: Malê ku em dikirin, şayed bihayê wî zêde bibe, gelo em jî dikarin bihayê xwe zêde bikin? Mîna malê ku em bi 100’î dikirin û bi 110’an difiroşin, kirîna vî malî ku bû 140 lîre ma em dikarin tiştê mayî ji mal, li gorî bihayê nû bifiroşin?

Bersiv: Hûn dikarin li gorî bihayê nû wî malî bifiroşin. Dema hûn tiştekî difiroşin, bihayê kirînê nayê îtibarkirin, belbî mirov dê li bihayê wê rojê binihêre. Malê ku we bi 10 lîreyan kirîbe gava ku bihayê wî li bazarê bû bi 100 lîre, hûn bi 100’î bifiroşin. Li aliyê din malê ku we bi 100 lîreyan kirîbe û bihayê wî daket 10’an divê ku hûn wî jî bi 10’an bifiroşin. Ev, ji bo kirîn û firotinê, rêgezek xwezayî ye, yanî qaydeyekî esasî ye.