Fetwayen Kurdi
Ma xew û baberdan desmêjê dişikînin?

Ma xew û baberdan desmêjê dişikînin?

Pirs: Gelo xew û baberdan desmêjê dişikînin an na?

Bersiv: Di ayeta 6’mîn ji sûreyê Maîde “hatina ji nav darîstanê -avrêjê-, di nav tiştên ku desmêjê dişikînin hatiye jimartin. Baberdan jî yek ji wan tiştên ku li wê derê tên kirin. Lewra tiştên ku li wir tên kirin mîna mîzkirinê û hwd. eger li derve jî bên kirin, dibin sedem ji bo desmêjşikandinê. Ango mebest ji “hatina ji nav darîstanê -avrêjê- ne çûna qedemgehê bi xwe ye, belbî kirina tiştên ku li wir tên kirin e. Lê belê di Qur’ana Pîroz de ji bo edebê “hatina ji nav darîstanê” bi awayekî mecazî hatiye îfadekirin. Ji ber vê yekê aşkere û xuya ye ku baberdan jî desmêjê dişikîne.

Lê belê xew, li gorî giranî û şeklê dirêjkirina ji bo xewê tê îtibarkirin. Yanî xewa kûr û giran desmêjê dişikîne. Encax xewa nîv xewî û ya ne temam desmêjê naşikîne. Her wiha rûniştina ji bo xewê jî muhîm e. Eger bi şeklê ku kulîmekên mirov erdê bigirin rakeve desmêj naşikê. Lewra xewa bi vî awayî nahile ku ba bi ber mirov bikeve. Ji ber vê yêkê desmêj jî naşikê.

Di hedîseke Pêxember (s.a.w) de wiha derbas dibe:

“Desmêjgirtin, bi tenê ji kesê xwe dirêj kiriye (li ser kêlekê) û raketiye re heye.”[1]

Hedîseke din ji Pêxember (s.a.w) wiha ye:

Eger yek ji ve his bike ku tiştek ji nava wî derket, lê belê tam nizanibe ku tiştek jê derketiye, heta ku deng nebihîse yan jî bêhn neyê bila ji mizgeftê/limêjê dernekeve.[2]

Di “Mecelle”yê benda 4’mîn de wiha derbas dibe: “yeqîn bi gumanê ranabe.

Bi kurtasî, di xewê de eger îhtimala baberdanê hebe ihtiyaten em dibêjin desmêj dişikê û eger îhtimal tune be, naşikê.

Ji bo rizgariya ji weswesê, hûn dikarin li videoya jêr temaşe bikin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/ibadetlerimde-asiri-derecede-vesvese-var-nasil-kurtulabilirim.html



[1] Ebû Dawûd, Teharet, 80.

[2] Muslim, Heyz, 99 (362); Binihêrin: Buxarî, Wudû, 4, 36.