Fetwayen Kurdi
Ma pîrek piştî mesihkirina guhan, paşiya stûyê xwe jî mesih dikin?

Ma pîrek piştî mesihkirina guhan, paşiya stûyê xwe jî mesih dikin?

Pirs: Hûn dikarin şeklê desmêjgirtina jinan vebêjin? Ma pîrek piştî mesihkirina guhan, paşiya stûyê xwe jî mesih dikin an na?

Bersiv: Di desmêjgirtinê de tu ferq di navbera jin û mêran de tune ye. Encax di dema desmêjgirtinê de eger zilamên nemehrem (yanî yên ku mehra wan li hev dibin) hazir bin, jin nikarin mil û porê xwe vekin. Lewra ew der ji jinan re ewret in. Lê belê zilam dikarin vekin. Lewra ji wan re ne ewret in.

Li aliyê din çi mêr dibe çi jî jin, ne şert e ku paşiya stûyê xwe mesih bikin. Lewra delîla di vê mijarê de (ango hedîsa behsa mesihirina paşiya stû dike) zeîf e.