Fetwayen Kurdi
Ma çend hedîs ji Pêxemberê me hatine ragihandin?

Ma çend hedîs ji Pêxemberê me hatine ragihandin?

Pirs: Min di nivîsekê de xwend ku di dema Ebû Bekir de bi tenê 500 hedîs hebûne û ji ber yekê jî hedîsên di ser vê jimarê de mewzû ne, ango derew in. Li gorî vê, gelo ev 500 hedîs kîjan in? Ma di vî warî de tu xebat û lêkolînek hatiye kirin?

Bersiv: Mustafa Karataş ê ku di derbarê jimara hedîsan de doktora xwe kiriye û vê xebata xwe çap kiriye, gihaştiye encama; ne pêkan e ku meriv bibêje jimara hedîsên di dema Pêxember de (s.a.w) dihatin riwayetkirin ji 5.000’an (ne pênc sed, pênc hezar) pirtir bûne. Ev jimar jî ji bo hedîsên ku nehatine dubarekirin, hatiye dayin. Li gorî qenaet û baweriya Karataş, di pirtûkên bi navê “Kutubê Tis‘e”[1] neh kitêbên hedîsê yên navdar, digel hedîsên dubarekirî nêzî 10.000’an, tevî gotinên sehabî û tabiiyan ên nehatine tekrarkirin 30.000’in. Piştre bi riwayetên cuda û tekraran zêdeyiyek di jimara hedîsan de pêk hatiye û di serdema 3’yemîn ya hicrî de ev jimar, gihaştiye 1.500.000’î.[2]

Di derbarê xebateke ku 5.000 hedîsên di serdema pêşîn de tesbît kiribe û ew ji aliyê “sehîh”, “zeîf” û “mewzû” nirxandibin, tu agahiyeke me tune ye.



[1] Kutubê Tis‘e: Buxarî, Muslim, Tirmizî, Ebû Dawûd, Îbn Mace, Nesaî, Darimî, Muwetta, Musned a Ehmed kurê Henbel.

[2] Mustafa Karataş, Rivayet Tekniği Açısından Hadislerin Artması ve Sayısı, Teza Doktorayê ya neçapbûyî, Stenbol 1998, rp. 230-231.