Fetwayen Kurdi
Ma însanan bi kîjan mebestan hedîs lêanîne?

Ma însanan bi kîjan mebestan hedîs lêanîne?

Pirs: Gelo hûn dikarin di derbarê sedemên lêanîna hedîsan de (gotina li ser navê Pêxember bi derewan) agahiyê bidin? Ma însanan bi çi mebestê hewcedarî bi lêanîna hedîsan dîtine?

Bersiv: Meriv dikare sedemên lêanîna hedîsan bi giştî di bin van sernavan de tomar bike:

1) Lêanîna hedîsan bo berjewendiya deste û grûban. Mîna: Riwayetên Xedîr-i Xum û yên di derheqê Îmametê de, riwayetên li leh û ‘eleyhê Emewî û ‘Ebasiyan de, riwayetên di derbarê Mehdîyetê de û hwd.

2) Lêanîna hedîsan ji hişkebawerî û teasûba mezhebî ji aliyê hin pêgirên mezhebên fiqhî û kelamî: Mîna riwayetên qeza-qeder, ka Qur’an mexlûq e yan na û gelek riwayetên ku mezhebê Şafiî, Henefî û mezhebên din dipesinîne yan jî rexne dikin.

3) Lêanîna hedîsan bi hestê nijadperestî. Mîna: Riwayetên di leh û ‘eleyhê gelên Ereb, Tirk û Farisan de.

4) Hedîsên ku ji aliyê dujminên Îslamê ve biqestî hatine lêanîn.

5) Lêanîna hedîsan bi daxwaza xizmeta dîn. Mesela: Bi mebesta teşwîqkirina xwendina Qur’anê riwayetên curbicur ên di derbarê fezîleta Qur’anê de û riwayetên bi meqseda dilbijandina zuhd û îbadetê hatine lêanîn.

6) Lêanîna hedîsan bi sedem berjewendiyên şexsî. Mîna: Bo bidestxistina malê dinê, lêanîna hedîsên di derbarê ku meriv xwe nêzî desthilatdar û yên xwedî nufûz bike, xwe bi wan xweş bike û ji wan bexşîşan bigire.

Ji bo bidestxistina zanyariyên rast û berfirehtir di vê mijarê de em dikarin vê çavkaniya han tewsiye bikin:

M. Yaşar Kandemir, Mevzû Hadisler: Menşe’i, Tanıma Yolları, Tenkidi, Marmara Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Yayınevi, İstanbul, 2009.