Fetwayen Kurdi
Gelo kurê bavê me Adem, çima definkirina termê birayê xwe ji qijakê hîn bûye?

Gelo kurê bavê me Adem, çima definkirina termê birayê xwe ji qijakê hîn bûye?

Pirs: Digel ku Xwedê Teala navê her tiştî fêrî bavê me Adem kiriye û zanebûna wî ya di derbarê tiştan de em îro nikarin xeyal jî bikin. Dema yek ji herdu kurên wî, yê din dikuje, gelo çima definkirina birayê xwe ji qijakê hîn dibe? Û bê hînbûna ji qijakê wan bi xwe, çima ev tişt nizanibû?

Bersiv: Birastî bersiv, di pirsa we de veşartiye. Xwedê Teala navê her tiştî hînî Hezretî Adem kiriye, hînî kurên wî nekiriye! Eger ev bûyer bihata serê Hezretî Adem dê bizanibûna dê bi wî laşî çi bikira.

Li gorî ku ji ayetan tê zanîn, dema Qabîl, Habîl dikuje kesek li cem tune bûye. Ji ber vê yêkê ji bavê xwe û ji yên wê demê dijiyan, bi dizî birayê xwe dikuje. Lê belê, ji ber ku heta wê demê rewşeke wiha nehatibûye serê wî, nizanibûye dê çi bi laşê birayê xwe bike. Xwedê Teala jî mîna ku di sûreyê Maîde ayeta 31’em de ferman dike, bi şandina qijakekê definkirinê fêrî wî dike.

Ayetên bi mijarê re têkildar in wiha ne:

Ji wan re xebera rastîn a herdu kurên Adem bixwîne. Dema herduyan qurbanên xwe (ji Xwedê re) pêşkêş kirin. Îcar ji yekî ji wan qurban hate qebûlkirin û ji yê din jî nehate qebûlkirin. Got: Sond be, ez ê te bikujim. Yê din got: Bêguman Xwedê, tenê ji xweparêzan qebûl dike.

Eger tu destê xwe dirêjî min bikî da ku tu min bikujî ez bi xwe ji bo kuştina te qet destên xwe dirêjî te nakim. Lewra ez ji Xwedê Perwerdigarê alemê ditirsim…

Bêguman ez dixwazim, tu bi gunehê (kuştina) min û bi gunehê xwe vegerî da ku tu bibî ji xelkê êgir û ev e cezayê zaliman.

Vêca dilê wî, kuştina birayê wî jê re xweş kir û birayê xwe kuşt. Êdî ew bû ji yên ku xisar kirine.

Xwedê, qijikek şand ku wî bi nikil û lingên xwe ax dikola da ku nîşanî wî bide ku ew ê termê birayê xwe çawa veşêre. (Birayê kujer) got: Xelî li serê min be! Ez nebûm wekî vî qijikî, vêca ku ez cendekê birayê xwe veşêrim. Êdî ew bû ji poşmanbûyan![1]



[1] Maîde, 5/27-31.