Fetwayen Kurdi
Li ser kê limêja cenaze tê kirin û li ser kê nayê kirin?

Li ser kê limêja cenaze tê kirin û li ser kê nayê kirin?

Pirs: Ma li ser kê limêja cenaze tê kirin û li ser kê nayê kirin?

Bersiv: Kesên ku misilman tên naskirin û li welatê misilmanan jiyana xwe ji dest dabin, eger gunehkar bin jî yan hatibin kuştin û di derbarê dînê wan de tu zanebûn tune be limêja cenaze li ser wan tê kirin.[1]

Di çavkaniyan de derbas dibe ku Pêxemberê me (s.a.w) li ser miriyên ku gunehên mezin mîna zinayê kirine, limêja cenaze kiriye.[2]

Xwedê Teala, di derbarê hin munafiqên ku rastî û munafiqiya wan aşkere kiriye, wiha ferman dike:

وَلَا تُصَلِّ عَلَى أَحَدٍ مِنْهُمْ مَاتَ أَبَدًا وَلَا تَقُمْ عَلَى قَبْرِهِ إِنَّهُمْ كَفَرُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ وَمَاتُوا وَهُمْ فَاسِقُونَ

Tu, li ser çi kesî ji wan -ku bimire- nimêj neke û li ser gorî wî jî raneweste. Lewra wan bi Xwedê û Qasidê Wî bawerî neaniye û li ser fasiqiyê mirine.”[3]

Kafirtî, ku mirov Xwedê û Qasidê Wî înkar bike û hesabê wan neke. Ayet, limêjkirina li ser kesên ku kafir tên zanîn û çûna bi wan re heta ser gorê, qedexe dike.



[1] Bnh. Ömer Nasuhi Bilmen, Büyük İslam İlmihali, “Cenaze Namazları”, rp. 238, 585. Paragraf.

[2] Muslim, Hudûd, 24 (1696).

[3] Tewbe, 9/84.