Fetwayen Kurdi
Ma cin jî ji ehkamên Qur’anê berpirsiyar in?

Ma cin jî ji ehkamên Qur’anê berpirsiyar in?

Pirs: Di Qur’ana Pîroz de behsa komek ji cinên ku li Qur’anê guhdarî kirine, tê kirin. Bi kurtasî ma cin jî ji umeta Pêxemberê me (s.a.w) ne? Û Qur’an û ehkamê wê ji cinan re jî şerî’et û dîn e?

Bersiv: Ji wezîfeyên Qasidê Xwedê Teala ya herî bingehîn ragihandin, danezanîn û hînkirina dîn e. Li gorî ayetên ku di serê sûreyê “Cin” de derbas dibin, Qasidê Xwedê, dîn bi cinan nedaye zanîn û dîn teblîxî wan nekiriye. Belbî di wî sûreyî de behsa komek cinên ku li Qur’ana Pîroz guhdêrane tê kirin.

Ayetên sûreyê Cin wiha ne:

Bibêje: Ji min re hatiye wehîkirin ku komek ji cinan (li Qur’anê) guhdarî kirin, gotin: Birastî me li Qur’aneke balkêş guhdarî kir. Berê mirovî dide rêya rast, vêca me jî bawerî pê anî û em tu kesî ji Perwerdegarê xwe re nakin hevpişk[1]

Eger ev bûyer ji aliyê Xwedê Teala ve bi Pêxember (s.a.w) nehatibana danezanîn, dê hayê wî jê tunebûna.

Ayetên li jêr mijara me bêhtir zelal dikin.

Dema Me berê komek cin dabû te, da ku li Qur’anê guhdarî bikin. Vêca dema ji bo ku li Qur’anê guhdarî bikin amade bûn; (ji hev re) gotin: Huş bibin, li Qur’anê guhdarî bikin! Çi dema (xwendina) Qur’anê temam bû; bi hişyarkerî li gelê xwe vegeriyan.   

Wiha gotin: Ey gelê me! Bêguman me li kitêbeke wisa guhdarî kir ku ew piştî Mûsayî hatiye hinartin, ew kitêbên beriya xwe rast didêre, mirovan gazî heqiyê dike û bi bal rêyeke rast ve rasterê dike.

Ey gelê me! Bersiva dozdarê (dînê) Xwedê bidin, baweriyê pê bînin, Xwedê jî dê li gunehên we bibore û we ji ezabekî dijwar biparêze.

Kesê ku bersiva dozvanê (dînê) Xwedê nede, bila bizanibe ku ew nikare li ser erdê Xwedê naçar bihêle; ji Xwedê pê ve ji bo wan tu xwedî û piştevan tune ye; ew ên ha di rêşaşiyeke aşkere de ne.”[2]

Ji civata cinan re jî Qasid hatine şandin. Lê belê, çawa ku ji însanan re Pêxemberê benîbeşer hatine şandin, qasidê wan ji wan in. Yanî ew jî cin in. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî civata cin û mirovan! Ma ji nav we, qasidên ku ayetên min ji we re digotin û we ji pirgîhatina vê rojê hişyar dikirin, nehatin? Dê bibêjin em li ser nefsa xwe dibin şahid. Lê belê jiyana dinyayê ew xapandin û li ser kafiriya xwe, ew bi xwe dibin şahid.”[3]

Erka Pêxember (s.a.w) ji bilî teblîxa dîn, hînkirina hikmetê[4] û nimûnebûna wî[5] ye. Lê belê di tu ayetan de nayê dîtin û qisekirin ku Pêxember (s.a.w), ev erka xwe li hemberî cinan aniye cih.

Kitêba Xwedê Teala Lewhî Mehfûz e[6]: Mirov, cin û melayiket hemî li hemberî hukmê vê kitêbê berpirsyar in. Bihîstina komek ji cinan li xwendina Qur’anê ji devê Pêxember (s.a.w), lazimî wan dêraye ku ew jî baweriyê bi Qur’anê bînin.



[1] Cin, 72/1-2.

[2] Ehqaf, 46/29-32.

[3] En‘am, 6/130.

[4] Bnh. Beqere, 2/129; Alî Îmran, 3/164; Cumu‘e, 62/2.

[5] Ehzab, 33/21.

[6] Bnh. Zuxruf, 43/3-4; Burûc, 85/21-22.