Fetwayen Kurdi
Ma di desmêjê de şûştina hundirê çavan jî ferz e?

Ma di desmêjê de şûştina hundirê çavan jî ferz e?

Pirs: Tê ragihandin ku Ebdullah kurê Umer (x.j.q) û Ebdullah kurê Ebbas (x.j.q) dema desmêj digirtin, hundirê çavên xwe jî dişûştin. Di desmêjgirtinê de ma divê ku mirov hundirê çavên xwe jî bişû? Eger ne ferz be hikmetê kirina wan dibe ku çi be?

Bersiv: Di ayeta derbarê desmêjê de ji sûreyê Maîde, Xwedê Teala fermana şûştina “” dike. Ji vê fermanê tu kes şûştina hundirê çavan fêhm nake. Eger riwayeta ku Ebdullah kurê Umer û Ebdullah kurê Ebbas hundirê çavên xwe jî dişûştin rast be, ev, îctihadeke şexsî ye ji wan, ne tiştekî zêdetir e. Di vê mijarê de ji Pêxember (s.a.w) tu tetbîq (pê ‘emel kirin) an jî tu gotin nehatine ragihandin.[1]



[1] Bnh. Îmam Newewî, el-Mecmû’ Şerhu’l-Muhezzeb li’şŞîrazî, I, 202-203, Fer’un fî keyfiyyetil-Medmedetî wel-Îstinşaqî.