Fetwayen Kurdi
Hukmê mesihkirina paş stû çi ye?

Hukmê mesihkirina paş stû çi ye?

Pirs: Hukmê mesihkirina paşiya stû çi ye û çawa tê mesihkirin?

Bersiv: Li gorî mezhebê Henefî, sunet e ku mirov piştî mesihkirina serî û guhan, bi pişta sê tiliyan ji destên xwe û bêyî tu avek nû paşiya stûyê xwe mesih bike. Li gorî hin alimên din ev kirin, musteheb e. Ango bi xêr e.

Di vê mijarê de hedîseke ku di Musned a Ehmed kurê Henbel de derbas dibe, ji xwe re dikin delîl. Lê belê ulemayên ‘ilmê hedîsê îsbat kirine ku ew hedîs zeîf e. Ango ‘emel pê nayê kirin. Ji ber vê yekê piraniya zanyarên Îslamê dibêjên ku di desmêjgirtinê de mesihkirina paşiya stû mekrûh e. Yanî ne baş e. Û ew ê bibe sedem ji bo îfrat û te’essubê.[1]



[1] Bnh. Wehbe ez-Zuheylî, el-Fiqhu’l-Îslamî we Edîlletûh, I, 253.