Fetwayen Kurdi
Ma Misilmanan, limêjên xwe li Mekkeyê bi desmêj dikirin?

Ma Misilmanan, limêjên xwe li Mekkeyê bi desmêj dikirin?

Pirs: Limêj, beriya hicretê ferz bûye û ayeta desmêjgirtinê jî li Medîneyê nazil bûye. Gelo di dema Mekkeyê de limêj bi desmêj dihat kirin?

Bersiv: Wekî hemî ‘îbadetan desmêj û limêj jî ne sirf li Pêxember (s.a.w) û umeta wî bi tenê, belbî li hemî pêxember û umetên wan hatiye ferzkirin. Ji Ubeyy kurê Ke‘b (x.j.q) wiha hatiye ragihandin:

Qasidê Xwedê av xwest, ‘ezayên desmêjê carekê şûştin û desmêj girt. Piştre wiha ferman kir: “Ev, desmêja mirov ya wisa ye ku kesê wê negire Xwedê Teala tu nimêjekê jê qebûl nake.” Dûvre du caran ‘ezayên xwe şûştin û desmêj girt û wiha ferman kir: “Ev, desmêja mirov ya wisa ye ku kesê wê bigire, Xwedê Teala du qat xêrê didê.” Piştre wî, ‘ezayên xwe sê caran şûştin û desmêj girt û wiha got: “Ev, desmêja min û ya qasidên beriya min e.[1]

Hevoka dawî ji hedîsê di Musned a Ehmed kurê Henbel bi vî awayî derbas dibe: “Ev, desmêja min û ya pêxemberên beriya min e.”[2]

Çawa ji hedîsê tê dîtin, gotina Pêxember (s.a.w) “Ew desmêja qasid û pêxemberên beriya min e.” dike lazimê xwe ku desmêj li Mekkeyê dihat zanîn û nimêj jî bi desmêj dihat kirin. Lê belê bi sedemê ku ayeta behsa desmêjê dike piştre nazil bûye, dibe ku ew agahî negihaştibin me.

Usame kurê Zeyd (x.j.q) di hedîsek din de ji bavê xwe Zeyd kurê Harîse wiha radigihîne: Desmêj û nimêj ji aliyê Cibrîl (a.s) ve bi despêka daketina wehyê re bi Pêxember (s.a.w) hatiye hînkirin.[3]

Di Ansîklopediya Îslamî ya Diyanetê de wiha derbas dibe: “Cebraîl hem desmêj hem jî limêj, fêrî Pêxember (s.a.w) kiriye û bi hevdu re desmêj girtine û limêj kirine. Beriya daketina ayeta desmêjê tu carî Pêxember (s.a.w) bê desmêj limêj nekiriye. Ew tişt ji aliyê ulemayên Siyerê tevan bi vî şeklî hatiye qebûlkirin.”[4]



[1] Îbn Mace, Teharet, 47.

[2] Ehmed kurê Henbel, Musned, 2/98.

[3] Ehmed kurê Henbel, Musned, 4/161.

[4] Abdulkadir Şener, “Abdest” Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), I, 69.