Fetwayen Kurdi
Ma di Qur’anê  di derbarê çêbûna bi qusûr de,  tu agahî hene?

Ma di Qur’anê di derbarê çêbûna bi qusûr de, tu agahî hene?

Pirs: Gelo di Qur’ana Pîroz de di derbarê çêbûna ji dayikê bi kêmasî/seqetî, tu ayet hene?

Bersiv: Di Qur’ana Pîroz de di vê mijarê de rasterast tu ayet tune ne. Lê belê, dema meriv li ayetên jêr bihizire û hûr bifikire, ji bo îmtihana jiyana cihanê bal tê kişandin ser hin seqetî û kêmasiyên bedenî; encax ev kêmasî mîna qusûran nayên qebûlkirin. Lewra Xwedê Teala, seqetî û kêmasiyên bedenî ji korî, kerîtî û hwd. mîna qusûrên rastîn qebûl nake; belbî qusûrên rastîn ku meriv li hember heqiyê bi zanebûn koritî û kerîtiyê bike. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Sond be; Em ê bi hinekî ji tirsê û birçîbûnê, bi kêmkirina mal û can û kêmkirina mêweyên we, we îmtîhan bikin û mizgînê bide yên sebirkêş.”[1]

 “… Encax birastî, ne ku çav kor dibin, lê belê dilên ku di sîngan de ne, kor dibin.”[2]

Li aliyê din di Qur’anê de ji bo kesên xwedî seqetî û qusûrên bedenî pir hêsanî hatine nîşandan. Ayetên têkildar wiha ne:

Li ser lawaz û nexweşan, li ser ew ên ku tu tiştî nabînin ku ji bo cîhadê xerc bikin tu guneh nîn e, bi şertê ku bi Xwedê û Qasidê Wî re rast bin. Ji yên xwedî qencî tu gazin nayê kirin. Xwedê bi xwe gunehjêbir e, dilovîn e.”[3]

 “Li ser ê kor, li ser ê kulek û li ser ê nexweş tu zehmetî tune ye.”[4]

Li ser koran tu guneh tune ye, li ser seqetan tu guneh tune ye û li ser nexweşan jî tu guneh tune ye. Kî bi gotina Xwedê û Qasidê Wî bike, Xweda dê wî bixe bihiştên ku di binê wan de çem diherikin. Kî jî li paş bimîne, Xwedê dê bi ezabekî dijwar û xemnak wî ceza bike.”[5]



[1] Beqere, 2/155.

[2] Hec 22/46.

[3] Tewbe, 9/91.

[4] Nûr, 24/61. Ango kiryarên ku ew nikaribin bikin li wan nayêne barkirin; û ji ber nekirina wan nabin gunehkar.

[5] Fetih, 48/17.