Fetwayen Kurdi
Pereyê bi emanet dema telef bibe, dê kî wî pereyî bide?

Pereyê bi emanet dema telef bibe, dê kî wî pereyî bide?

Pirs: Ji du hevalan yekî ji bo tehsîlkirinê, çekên xwe dide erkdarekî. Ê din, rojekê ji bo tehsîla çekeke xwe ya bi wade, dide hevalê xwe û ew jî çekê dide heman erkdarî. Piştî wê bi rojekê erkdar sirf wê çekê ji Bankê tehsîl dike û di dema vegera bi bal kar ve, hin kesên nenas ji erkdar pereyan bi zorê distînin û şopa xwe wenda dikin. Li gorî ku herdu heval jî ji rastiya vê bûyerê bi ewle ne, ew pereyê çûyî ji kîsî kê diçe?

Bersiv: Hevalê wî, li gorî ku çeka xwe bi erkdarê xwe daye tehsîlkirin, bi tehsîlkirina çeka (hevalê xwe) din jî bi erkdarê xwe, karekî şaş nekiriye. Ev çek di destê wî de emanet e. Li gorî ku tu teqsîratiya wî çênebûye û pere bi zorê jê hatine xesibkirin, ev pere bi temamî ji xwediyê çekê diçe.

Benda 768’an ji Mecelleyê wiha ye: Emanet nayê tezmînkirin.

Ango emanet, di halê ku bê teqsîr û karekî ji destê emîn, telef bibe yan jî biçe, (demana wê “ضمان”: eger ji misliyatan be mislê wê û eger ji qiyemiyatan be qîmetê wê) ne lazim e.

Ömer Nasuhi Bilmen, di berhema xwe ya bi navê “Hukukı İslamiyye ve Istılahatı Fıkhiyye Ka­musu” cildê çarem rûpelê 148’an cih dide van agahiyan:

“Ji ehkamên gelemperî yên emanetan yek jê jî ku nayê tezmînkirin. Ango kesê emîn be, dema emanet telef an jî zayî bibe bê ku teqsîr an jî te‘eddî jê çêbûbe, tezmîna wê yan jî dayina bedela wê, ne lazim e. Ev telef û zayîbûn, ferq nake çi bi sedem tiştekî parastina jê pêkan be, mîna diziyê û çi jî parastina wê ne mumkin be mîna êgir, wekî hev in.

Hezretî Îmam ‘Elî wiha gotiye: «Kesê şivan û yê ku sond pê tê xwarin, deman/tezmîn li wan nakeve.» Heta ku xayintiya wan kifş nebe.”

Yanî kesê ku emanet di destê wî de telef bûbe, heta xayintiya wî kifş nebe, tezmîna wî malî nake.