Fetwayen Kurdi
Gelo erk û wezîfa Pêxember ya ravekirina Qur’anê heye an tune ye?

Gelo erk û wezîfa Pêxember ya ravekirina Qur’anê heye an tune ye?

Pirs: Mîna ku ji nivîsa we ya di derbarê tebyîna Qasidê Xwedê de diyar dibe, erka pêxemberan (s.a.w) ku wehyê veneşêrin. Ev, jixwe tiştekî diyar û kifş e. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, gelo tu erkeke pêxemberan an jî zanayan a tefsir û şîrovekirinê tune ye? Eger wisa bûna, we dê di wergera sûreyê Beqere de ya ku min ji malpera we daxist, beşeke ji bo raveyan terxan nekiribûya? Di vê mijarê de ez serî li agahiyên we didim.

Bersiv: Çalakî û faliyeta ku we behsa wê kir, hînkirina Qasidê Xwedê Teala ya hikmetê ye. Ev, li gorî rê û rêgezeke xuya derxistina hukmên ku jixwe di Qur’anê de hene. Ango tiştên ku bi xwe hene, meriv wan derxe holê. Ji aliyê mecazî ve meriv dikare ji vê re bibêje rave. Lê belê nerîna kevneşopî, tebyînê wiha fêhm nake. Ew tebyînê, bi awayê tiştên rave û fêhmkirina wan bê rave û şîroveyên Qasidê Xwedê, ne pêkan bin fêhm dikin. Û tê gotin ku beşeke ji van rave û şîroveyan jî bi wehyeke ji bilî Qur’anê pê hatiye danezanîn. Ev herdu jî du tiştên jihev cuda ne.

Ji bo agahiyên berfirehtir ji kerema xwe re nivîsa di lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kutsanan-gelenek-ve-kuran/kitap-ve-hikmet.html