Fetwayen Kurdi
Tebyîna Pêxember ya Qur’anê ma ne ravekirina wê ye?

Tebyîna Pêxember ya Qur’anê ma ne ravekirina wê ye?

Pirs: Eger Pêxember (s.a.w) Qur’ana Pîroz rave nekiribe, wê demê sunet çawa pêk hatiye? Di meha Remezanê ya çûyî de di televîzyona Hilalê de hûn beşdarî bernameyekê bûbûn. Di derbarê erk û wezîfeya Pêxemberê me (s.a.w) de we hin îfade anîbûn ser zimên. Di derheqê bêjeya “tebyîn”ê de rexneyek hatiye kirin û ferhenga Lîsanu’l-Ereb wekî çavkanî hatiye nîşandan û hatiye gotin ku du wate ji bo vê bêjeyê hene. Ev jî “kifşkirin” û “kifşbûn” e. Di rewşa yekem de lêker gerguhêz e û bi vê sedemê bireser dixwaze, ya duyem jî negerguhêz e. Ji ber ku lêkera “tubeyyînû” bireser girtiye mena yekem derbas dibe. Min nikaribû bersiva van pirsan bidana. Ango ez hizirîm ku wateya bêjeyan di hevokê de li gorî bêjeya pêş û paş diguhere. Gelo hûn van pirsan çawa dibersivînin?

Bersiv: Bersiva rexneya ku we behsa wê kir, me berê di malpera xwe de bersiva wê dabû:

http://www.suleymaniyevakfi.org/elestiriler/bayindir-dogru-mu-soyluyors.html

Qur’an kitêbeke bi zimanê Erebî ye. Xwedê Teala di pir cihan de bal kişandiye ser vê babetê. Ji ber vê yekê ji bo têgihîştin û fêhmkirina wê, divê meriv rêziman û qaydeyên zimanê Erebî li ber çavan bigire. Lê belê, çi musteleh û têgeha ku di Qur’anê de derbas dibe, di serî de divê ku meriv hewl bide ku mena wê ji Qur’anê bi xwe derxe. Eger em ji mînaka xwe dest pê bikin, gelo bêjeya tebyînê bi kîjan wateyê hatiye bikaranîn?

Ji bo vê yekê, cihên ku bêje digel muşteqên xwe tê de derbas dibin divê bên tesbîtkirin û hewl bê dayin ku çarçoveya wateya wê bê tayînkirin. Ev, asta yekem e. Di asta duyem de bêjeyên ji aliyê wateyê ve nêzî wê ne, divê ku meriv li wan bigere. Divê li ser eleqe û têkilatiya musteleh û têgeha yekem bi yên din re lêkolîn bê kirin, li ser rewşa gelo tu têkilatiyeke ku bandorê li wateya mustelehê ku em li ser dixebitin, heye yan na, bê rawestin. wekî mînak di tesbîtkirina çarçoveya mena bêjeya tebyînê de resûl, nebî, îtaet, teblîx, tefsîl, tasrif û hwd. divê meriv têkilatiya wan bi bêjeya tebyînê re derxe holê. Digel kirina van tiştan hemiyan, bikaranînên ku ji aliyê Qur’anê ve jî hatibin pejirandin, divê meriv qayde û rêzimanê Erebî jî li ber çavan bigire û wan paşçav neke. Dema meriv dest bi tesbîtkirina çarçoveya wateyê kir, di sînorê mentiqê de digel ku meriv Qur’anê bi giştî li ber çavan bigire, bêjeya ku xebat li ser tê kirin meriv dê hewl bide wê tarîf bike. Testkirina tarîfa ku derketiye holê jî bi pirxwendina ayetên ku bêje di wan de derbas dibe, tê kirin. Tarîfa ku derketiye holê, eger bi ayetan re mutefiq be, tarîfeke rast û serkeftî tê qebûlkirin. Mîna ku dê were dîtin, kitêba ku zimanê wê Erebî ye ji bo watedayina bêjeyeke wê, sirf meriv serî li ferhengan bide yan jî serî li rêziman bide, ne kafî ye. Rêziman û ferheng navgîn in. Ne çavkanî û xwediyê gotina dawî ne. Bêjeya tebyînê, dema ew û muşteqên xwe digel mustelehên din ji Qur’anê bên telhîlkirin, bi wateya -ji aliyê Xwedê Teala ve- “ravekirin, bi awayekî zelal derxe holê” tê. Xwedê Teala ayetên xwe rave û tefsîl kirine, di encamê de kitêbeke ronker (kitêba mubîn) derketiye holê. Di rewşa ku ev bêje ji bo pêxemberan û însanên din were bikaranîn, tê mena kitêba ku ew bi xwe ronker û zelal e “wê bi xwe derxin holê.” Ji vî aliyî ve tebyîn, erkeke ku ji pêxember û mirovan re hatiye dayin. Ji vê bonê ye ku ev bêje, ji bo mirovan bi wateya dijberi “veşartin”, “xefkirin” tê bikaranîn. Şîrovekirina bi berfirehî di malpera me de di bin sernavê tebyinê de heye.

http://www.suleymaniyevakfi.org/kuran-arastirmalari/kurana-gore-resulullahin-tebyn-gorevinin-anlami.html

Eger em werin mijara suneta Qasidê Xwedê Teala: Ev, derxistina hikmetê ye. Raveyên ku Qur’an wan di xwe de digire, tefsîlat û ehkamên ango hikmetên ku piştî hin cehd û xebatan derketine holê. Qasidê Xwedê, hikmet daye fêr kirin. Ango Wî bi xwe hikmet derxistiye û rêya wê fêrî însanan kiriye. Agahiyên berfireh di derbarê mijarê de di malpera me de di beşa “Kitap ve Hikmet”ê de hene. Ji kerema xwe re bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kutsanan-gelenek-ve-kuran/kitap-ve-hikmet.html

Dr. Fatih Orum