Fetwayen Kurdi
Gelo ez dikarim fitra xwe bidim xwişka xwe?

Gelo ez dikarim fitra xwe bidim xwişka xwe?

Pirs: Ez zewicandî me. Dê û bavê min li heyatê ne. Xwişkeke min ya ezeb heye. Gelo ez dikarim fitreya xwe bidim xwişka xwe?

Bersiv: Ji aliyê dînî ve, meriv dikare zekat û fitreya  xwe bide xwişk û birayên xwe yên jar û feqîr. Çi ezeb dibin çi jî zewicandî. Heta eqrebayên ku zekat li wan diçe ger meriv zekat û fitreya  xwe bide wan hîn çêtir e. Ew jî di serî de divê meriv bide xwişk û birayên xwe yên muhtac, piştre ap, met, xal ji eqrebayên nêz, cîran û hwd.