Fetwayen Kurdi
Gelo firqeya naciye/xelasbûyî kîjan e?

Gelo firqeya naciye/xelasbûyî kîjan e?

Pirs: Di hedîsa ku behsa 73 firqeyan dike, gelo firqeya naciye ango firqeya rizgarbûyî kîjan e? Taybetmendiyên wê çi ne?

Bersiv: Da ku bê zanîn ka firqeya naciye ango desteya rizgarbûyî kî ye, teqez divê ku li Qur’ana Pîroz bê nihêrtin. Lewra di vir de di gelek ayetan de Xwedê Teala wiha ferman kiriye “ên rizgarbûyî ev in.” û bi berfirehî xususiyet û taybetmendiyên wan vegotiye. Ên ku wan taybetmendiyan di xwe de bihewîne çi kes, deste, civat, mezheb û hwd. –kî dibe bila bibe- bi destûra Xwedê Teala dê rizgar bibe. Berî hînbûn û lêkolînkirina van tiştan, ne hedê tu kesî ye ku bibêje “em ji vê desteyê ne”, “ew ji wê desteyê ne.” Di vê mijarê de pîvan Qur’an e. Muslumanê ku li gorî pîvanên Qur’anê tev bigere, ew ji firqeyê naciye ye. Ango ew ji ehlê xelasê ye.

Ayetên têkildar wiha ne:

Hûn tev li Xwedayê xwe vegerin, bi nekirina gunehan xwe jê biparêzin, bi awayê pêdivî nimêj bikin û nebin ji wan muşrikên ku dînê xwe jihev parçe kirine û bûne bend û civat ku her hevbendiyek bi ya li cem xwe dilşad dibe.[1]

Celebek hatiye ser rêya rast û celebek jî rêşaşî li serê misoger bûye. Bêguman wan ji bilî Xwedê, şeytan ji bo xwe kirine dost û piştevan û ji wan we ye ku ew li ser rêya rast rasterêbûyî ne.”[2]

Eger em vegerin ser hedîsa ku behsa 73 firqeyan dike: Di dîroka Îslamê de li ser vê gelek munaqeşe û gengeşî hatine kirin. Gelek hedîsên ku bi mijarê re eleqadar in ji aliyê Ebû Dawûd, Tirmizî, Îbn Mace û Ehmed kurê Henbel ve hatine riwayetkirin. Ji ber ku ev, bi terîqên/rêyên jihev cuda hatine ragihandin ji aliyê menayê ve jî di navbera wan de ferq hene.

Sihet/rastiya wan hedîsan ji aliyê zanayên ‘ilmê hedîsê hatiye gengeşkirin, hinekan gotine sehîh in û hinekan jî diyar kirine ku zeîf in.

Ji aliyê din ve, di dîroka Îslamê her firqeyê angaşt kiriye ku ew ji firqeya naciye ye.

Bi sedem ku di vî warî de xebatên serbixwe hatine kirin, ji dêla agahiyên berfireh di derheqê mijarê de em ê navê wan xebatan bi we re parve bikin:

Pirtûk: Mevlüt Özler, İslam Düşüncesinde 73 Fırka Kavramı, Weşanên Nun, Stenbol 1996.

Gotar: Ahmet Keleş, “73 Fırka Hadisi Üzerine Bir İnceleme”, Kovara Marife, Ehl-i Sünnet Özel Sayısı, sal: 5, jimar: 3, 2005, rp. 25-45.



[1] Rûm, 30/31-32.

[2] E‘raf, 7/30.