Fetwayen Kurdi
Tirsa şeytên ya ji Xwedê Teala, tê çi wateyê?

Tirsa şeytên ya ji Xwedê Teala, tê çi wateyê?

Pirs: Di du-sê ayetan de dibore ku şeytan dibêje: “Ez ji Xwedê ditirsim.” Em tirsa ji Xwedê bi awayê, “pêkanîna fermanên Wî û dûrketina ji qedexeyên Wî” dizanin; lê belê şeytan jî heman bêjeyê bikar tîne. Di vê rewşê de divê em tirsa şeytên ya ji Xwedê Teala çawa fêhm bikin?

Bersiv: Gava em li ayetên Qur’ana Pîroz dinihêrin em dibînin ku şeytan di du halan de dibêje ku ez ji Xwedê ditirsim:

1. Gava dibe wesîle ku yek bibe kafir:

“(Rewşa munafiqan) eynî wekî rewşa şeytên e. Ji însên re dibêje: Kafir bibe, çi gava ku însan kafir dibe, jê re dibêje: Birastî ez ji te dûr im. Bêguman ez ji Perwerdegarê alemê Xwedê ditirsim.”[1]

2. Di cenga Bedrê de gava artêşa Mekkeyiyan teşwîq dikir û dît ku wa ye firîşte derketine û hatine:

Wê rojê Şeytên, kirinên wan ji wan re xemilandin û ji wan re got: Îro ji mirovan, tu kes nikare zora we bibe. Bêguman ez jî piştevan û arîkarê we me. Lê belê çi dema ku herdu yekîne (bawermend û kafir) hatin hemberî hev, (şeytan) çerx kir û got: Ez ji we dûr im. Bêguman ya ku ez dibînim hûn nabînin. Bêguman ez ji Xwedê ditirsim. Cezayê Xwedê, dijwar e.”[2]

Temamê kafiran gotinên wiha dibêjin. Heta ew carinan ji dil û can dixwazin ku misilman bibin. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ew ên kafir bûne, gelek caran dixwazin ku ew jî misilman bûna.”[3]

Lê belê gotinên bi vî rengî, dê her gav mîna agirekî di dilê wan de bimîne. Lewra wan piştevaniya van gotinan bi biryar û kirinên saxlem nekirine.

Hûn ê gelek kesan bibînin ku gotinên rind û delal ji devê wan derdikeve; lê gava di jiyana wan de cî negirin ew gotin, ji bilî ku wan bike hîlekar û derewker tu encameke din dernaxe holê.

Ji bo hin pirs û bersivên têkildar ji kerema xwe serî li lînkên jêr jî bidin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/seytan-allaha-inaniyor-peki-islama-inaniyor-mu.html

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/enfal-48-ayete-gore-seytanin-gorup-de-insanlarin-goremedigi-sey-nedir.html



[1] Heşr, 59/16.

[2] Enfal, 8/48.

[3] Hicr, 15/2.