Fetwayen Kurdi
Ma gotina “Em ji cîhada biçûk hatin bal ya mezin” hedîs e?

Ma gotina “Em ji cîhada biçûk hatin bal ya mezin” hedîs e?

Pirs: Ma gotina “Em ji cîhada biçûk hatin bal ya mezin. Cîhada mezin, têkoşîna bi nefsê re ye.” hedîs e yan na?

Bersiv: Di derbarê vê gotina tê angaştkirin ku Pêxemberê me (s.a.w) di vegera ji cenga Tebûkê gotiye, Îbn Hacer el-‘Esqelanî dibêje ku “Ev, gotineke ku di devê kesan de belav bûye, lê (ne gotina Pêxemberê me) ya Îbrahîm kurê Ebî Eble ye.”

Eliyyu’l-Qarî, diyar kiriye ku ev hedîs di berhema Îmam Xezalî ya bi navê “Îhyau Ulûmiddîn” de derbas dibe, Hafiz el-Îrakî yê ku hedîsên pirtûka “Îhya”yê nirxandine jî gotiye ku Îmam Beyheqî ev hedîs, bi nota “seneda vê hedîsê zeîf e” ragihandiye.[1]

Îbn Teymiyye di derbarê vê de gotiye ku: “Eslê wê tune ye. Tu alimekî ku gotin û kirinên Pêxemberê me rind dizane, hedîseke wiha ranegihandiye. Cîhada li hemberî kafiran ji ‘emelên herî mezin e.”[2]

Cîhad, bi wateya ked û xetabkirinê ye. Ev têgeheke gelekî berfireh e. Di xwe de têkoşîna bi çek, cengê jî dihewîne. Lê belê nayê mena cengê bi tenê. Di Qur’anê de bêjeya di wateya cengê de “qîtal/muqatele” ye. Evê ayeta li jêr delîla herî mezin e li ser ku cîhad bi tenê ne mena cengê ye:

Nexwe bi gotina kafiran meke û bi Qur’anê li hemberî wan cîhadeke mezin bike![3]

Cîhada bi Qur’anê, nayê mena ku meriv Qur’anê bi awayê çek bikar bîne. Ya jê tê fêhmê ku di têkoşîna li hemberî kafiran de meriv bi Qur’anê û bi awayê muwafiqî Qur’anê tev bigere.

Cîhad, navê tiştên ku divê kesê misilman bo dînê xwe li her der û gavê bike. Cenga li hemberî neyaran ne bûyereke wisa ye ku her gav were pêşberî meriv. Lê belê merivê Musluman, her dem di têkoşînê de ye. Ji lewre divê ku meriv peywirên xwe bi awayê “cihada biçûk” û “cihada mezin” neke du beş, divê girîngiyê bide herduyan û bizanibe ku heta ji dest meriv were lazim e meriv xebat bike.

Ji kerema xwe re nivîsa di lînka jêr de jî bixwînin:

http://www.fetva.net/yazili-fetvalar/cihad-nedir-bu-onemli-gorevi-gunumuzde-nasil-yerine-getirmek-gerekir.html



[1] Eliyyu’l-Qarî, el-Esraru’l-Merfû‘a, rp 211, jimara hedîsê: 211. Wekî din bnh. el-‘Eclûnî, Keşfu’l-Xefa, I, 424-425, jimara hedîsê: 1362.

[2] Îbn Teymiye, Mecmû‘u’l-Fetawa, XI, 197.

[3] Furqan, 25/52.