Fetwayen Kurdi
Ma ji bilî xanî, cil, nan û avê mafê însên di tu tiştekî din de tune ye?

Ma ji bilî xanî, cil, nan û avê mafê însên di tu tiştekî din de tune ye?

Pirs: Di Sunena Tirmizî beşa Zuhdê de (bi jimara 2341) hedîsek wiha dibore: Li gorî ku ji Osman kurê Effan (x.j.q) hatiye ragihandin Qasidê Xwedê (s.a.w) wiha kerem kiriye: “Zaroyê Adem, ji maleke ku tê de rûnê, kincekî ku bedena wî bistirîne, nan û avê pêve mafî wî di tu tiştekî din de tune ye.” Tirmizî bo vê hedîsê gotiye ku “hesen sehîh e”. Divê em vê hedîsê çawa fêhm bikin? Divê em rasterast bigirin, an jî divê em bawer bikin ku ev gotineke mecazî ye Pêxemberê me (s.a.w) gotiye da ku heta mumkin be meriv bi malê hindik qinyata xwe bîne?

Bersiv: Di hedîsa ku di Tirmizî beşa Zuhdê 30’an de derbas dibe, maleke ku tê de rûnê, cilekî ku canê meriv bistirîne, nan û av ji bo însan wekî tiştên herî zerûrî û mafên wî yên xwezayî hatine diyarkirin.

Alimên ku ev hedîs şîrove kirine gotine ku mesref û xerckirinên di rêya bidestxistina van hewceyiyên zerûrî de tên dayin, nabin mîna xerckirinên din. Lewra xerckirinên din meriv dixe bin bar û berpirsyariya zekat û sedeqeyê, lê xaniyekî ku bi malekî helal hatibe qezenckirin, cil, nan û av nakeve ber zekat û sedeqeyê.[1]

Her wiha deyndarên ku nikarin deynê xwe bidin, evan malên wan nayên hecizkirin.

Ji bo pirs û bersiveke mîna vê ji kerema xwe re serî li lînka bidin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=1553



[1] el-Mubarekfûrî, Tuhfetu’l-Ehwezî, Qahire, 2001, VI, 213, jimara hedîsê 2341.