Fetwayen Kurdi
Gelo heram e ku meriv behsa jiyana xwe ya cinsî bike?

Gelo heram e ku meriv behsa jiyana xwe ya cinsî bike?

Pirs: Gelo guneh e ku pîrek di navbera xwe de behsa jiyana xwe a cinsî bikin?

Bersiv: Ne caiz e ku pîrekên bi mêr (keza zilamên bi jin) behsa tiştên xwe yên mehrem bikin. Ango ne caiz e ku behsa jiyana xwe ya cinsî ya bi mêrê xwe re bikin. Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye:

Bêguman, yek ji wan însanên ku di roja qiyametê de li ba Xwedê cihê wan herî ne xweş û pîs e, kesê ku bi pîreka xwe re rabe û rûnê piştre, sirê wê belav bike.”[1]

Bêguman, roja qiyametê li ba Xwedê ji yên di bara emanetan de îxaneta heri mezin kirine yek jê jî piştî ku jin û mêr bi hev re rabûn û rûniştin, ku mêr sirê jinê îfşa bike.[2]

Qasidê Xwedê di rojeke ku mêr û jin li cem hev bûn, berê xwe da zilaman û got:

Ji we tu kesekî dema ku bixwaze bi pîreka xwe re rakeve, derî li ser xwe digire û xwe bi potekî dinixumîne, heye?

Wan jî gotin “belê.” (Qasidê Xwedê xebardana xwe domand):

Got “Piştre (ew kes) piştî vî karî, li civatekê rûdinê û dibêje ku min îro bi pîreka xwe re wiha wiha kir?

Wan jî deng dernexistin. (Qasidê Xwedê) piştî demekê berê xwe da pîrekan û got:

Ji we jî yên sirên mîna vî (ji kesên din re) bibêje hene?

Wan jî deng nekir. Li ser vê yekê, qîzeke ciwan li ser çongeke xwe rûnişt û da ku dengê wê zelaltir bê bihîstin û wê bibîne serê xwe bi aliyê Qasidê Xwedê ve dirêj kir û got:

“Ey Qasidê Xwedê! Zilam jî û pîrek jî vî tiştî dibêjin.” Qasidê Xwedê jî got:

Hûn dizanin ev tişt dişibe çi? Ev mîna ku li rê şeytanek li şeytanekî rast were, di halê ku milet li wan dinihêrin pê re têkeve munasebeta cinsî (…)[3]

Mîna ku di van hedîsan de derbas bû, tiştê di navbera mêr û jinê de derbas dibin, meriv rabe ji kesê sêyem re bibêje, guneh û heram e.



[1] Muslim, Nîkah, 123 (1437.

[2] Muslim, Nîkah, 124; Ebû Dawûd, Edeb, 32; Ehmed kurê Henbel, Musned, 3/69.

[3] Ebû Dawûd, Nîkah, 48-49.