Fetwayen Kurdi
Pîreka ku zaroka wê ji ber çûye, kengî dikare bi mêrê xwe re razê?

Pîreka ku zaroka wê ji ber çûye, kengî dikare bi mêrê xwe re razê?

Pirs: Hemla min du hefte û nîv bû û ji ber min çû. Li gorî dînê me, ez kengî dikarim bi mêrê xwe re razêm?

Bersiv: “Dema zarokeke ku dest û piyên wî diyar bûbe ji ber pîrekê here, nîfas (çilê) wê pîrekê dertê holê û bi piranî deh an jî pazdeh rojan xwîn dewam dike. Lê belê ji bo jiberçûna zarokeke ku hîn ezayên wî diyar nebûbe nîfas çênabe; xwîna ku tê dîtin jî xwîna xwînmehê tê hesibandin. Piştî ku xwîn sekinî hûn ê serê xwe bişûn û jiyana xwe ya jin û mêrantiyê dewam bikin. Eger xwîn di hundirê dema xwe ya normal de nesekine, dibe xwîna îstihazê (xwîna ji der xwînmehê).”[1]

Pîreka ku xwîna îstihazê jê were, di rojên xwe yên ku dengî rojên paqijiyê tên, dikare bi mêrê xwe re razê. Lê belê xwîn, ji bo pêkhatina enfeksiyonê û xwedîkirina wê cihekî baş tê qebûlkirin. Di rewşên wiha de divê ku meriv li paqijiyê miqate be. Ji bo vê yekê bijîjk pêşniyar dikin ku mêr prezervatifê bi kar bînin an jî şermgeha xwe baş paqij bikin.



[1] Ömer Nasuhi Bilmen, Büyük İslam İlmihali, “Nifas Haline Ait Meseleler”, paragraf: 118.