Fetwayen Kurdi
Ma Îslam dînê şer e yan jî dînê aştiyê ye?

Ma Îslam dînê şer e yan jî dînê aştiyê ye?

Pirs: Meriv dikare bibêje ku dînê Îslamê dînê şer û zordestiyê ye? Û gelo beşdarbûna Pêxember (s.a.w) digel pirên ceng û şeran, vê yekê nade nîşandan?

Bersiv: Têgeha Îslam, ji koka bêjeya “silm”ê ya Erebî hatiye çêkirin û di ferhengê de bi wateya “avakirina aştiyê”, “xelasî”, “serî daxistin”, “teslîmbûn” û “dayin”ê ye.

Vegotina dînê Îslamê, dînê şûr û zordestiyê ye, -bê ku meriv li sedem û encamên ceng û şerên ku Pêxember (s.a.w) kiriye bihizere-, tu esas û bingeh jê re tune ye.

Nirxandinên Muhemmed Hemîdullah ê ku di derbarê ceng û şerên Pêxember (s.a.w) berhemek nivîsandiye, pir balkêş in:

“Piştî têkoşîneke siyasî ku deh salan dewam kir û beriya ku wefat bike, wî îdara dewleteke ku nêzî du milyon metre kare bû, dikir. Ji bilî Uris, bi qasî mezinbûna Ewrûpa û zêdetir jî di vê demê de bi milyonan însan li ser wê erdnigariyê dijiyan, bi mirina 250 kesên ku di qada cengê de ji sefê neyaran hatine kuştin, tê fetihkirin. Di encama wan deh salan de kuştiyên misilmanan, meriv dikare hesabê, ku di her mehekê de merivek şehîd ketiye (hatiye kuştin), bike. Hurmet û qîmeta ku ji bo xwîna îsnên hatiye dayin, manandê wê di dîroka mirovantiyê de nayê dîtin.”

Hamîdullah, hesabkirina jimara 250 kesên di ceng û şerên Pêxember (s.a.w) de ji neyaran hatine kuştin, bi spartina çavkaniyên dîrokî wiha rave dike:

“Li gorî Îbn Hîşam, Hezretî Pêxember (s.a.w) bi xwe li Medîneyê beşdarî 27 seferan (cengan) bûye, lê belê bi tenê di nehan de ceng pêk hatiye. Li gorî heman çavkaniyê, jimara seriyeyên ku ji Medîneyê dihatin birêvekirin, her çiqas ku pirên wan ne bi mebesteke leşkeri be jî seriyeyên di binê fermandariya sehabiyên Pêxember (s.a.w) de yan jî yekîneyên leşkeri, 38 seriye ne. Bi sedem ku di derbarê hin ceng û seriyeyan de agahî di destê me de tune ne, jimara kuştiyên ku dê li jêr bê dayin ne teqez in; digel vê jî di derheqê cengên wê demê de dê fikreke bi gelemperî bide me:

Ceng Hejmara dujminan Kuştiyên dujminan Artêşa Îslamê Hejmara şehîdan
Bedir 950 70 313 14
Uhud 3000 22 700 70
Mustaliq 200 (?) 10 30 (?) 1
Xendek 12000 8 3000 6
Xayber 20000 93 1500 15
Mu’te 100.000 ? 3000 13
Fetha Mekkeyê ? 13 10.000 3
Huneyn ? ? 12.000 4
Taif (Dorpêç) ? ? 12.000 12
Bi tevahî   216   138

 Jimara şehîdên ku li jor hatiye dayin, ji bilî misilmanên ku li Recî û Bi’r Ma‘ûne ku ji bo danasandina dînê Îslamê hatibûn şandin û jimara wan 44 kes bûne û bi xayintî hatine kuştin. Keza kuştiyê leşkerên ku di cenga Benî Qureyze bi dîlîtî hatibûn bidestxistin û piştî cengê cezayê ku ji aliyê hekemê ku wan hilbijartibû û li gorî hukmê Tewratê li wan hatibû tetbîqkirin, ew jî ne tê de ne.”[1]



[1] Ji bo Agahiyên berfirehtir bnh. Muhammed Hamidullah, Hazreti Peygamberin Savaşları, çapa 4’mîn, Weşanên Yağmur, Stenbol, 1991, rp. 21-22.