Fetwayen Kurdi
Hukmê daxistina materyalan –bê destûr- ji înternetê çi ye?

Hukmê daxistina materyalan –bê destûr- ji înternetê çi ye?

Pirs: Daxistina materyalên mîna fîlm, muzîk, pirtûk û hwd. bê destûr ji înternetê, ji ber ku dibe sedem ji bo îxlalkirina mafê çêkeran, “sûcê ragihanzanî” tê jimartin. Tê gotin ku ev û sûcê diziyê manandê hev in. Ji aliyê mentiqî ve jî dema mirov lê dinihêre karê ku tê kirin, parçeyekî ji diziyê ye. Lê belê cezayê ku di Îslamê de ji bo diziyê tê dayin, ji bo vî tiştî jî heye yan na? Min jî di demên cuda de bi vê rêyê fîlm û muzîk daxistibûn. Di vê rewşê de ma min jî dizî kiriye! Li gorî hukmê Îslamê divê ku destê min bê jêkirin? Eger em bi gelemperî bibêjin, cezayên van sûcan, cezayê ku di Qur’anê de ji bo diziyê hatiye aşkerekirin e yan tiştekî din e?

Bersiv: Di çarçoveya Qur’an-Sunetê de diziya ku sînorê wê hatiye xêzkirin û li hember wê cezayê destjêkirinê[1] heye, ne cezayekî ku ji bo hemî îxlalên li dijî mal tê kirin e.

Daxistina materyalan ne bi rêya huqûqî, ji ber ku ji aliyê her kesî ve bi hêsanî pêk tê û bi vî awayî dibe sedemê ku hirz (parastina materyalan) pêk nehatiye, dikeve bin qismê diziya besît û mirov dikare mîna “îxlalkirina maf” binirxîne û ji sûcên “ragihanzanî”yê bihesibîne. Lê belê ji bo vê jî divê ku materyalên ku hatine daxistin, di binê parastina kesekî yan jî saziyekê de be. Tiştên ku li derveyî heqê mulkiyetê dimîne, nakeve bin vî hukmî û mirov nikare behsa hukmê “îxlalkirina maf” bike.

Di vê rewşê de di îxlalkirina maf de dema mirov di çarçoveya qaydeyê “Cezayê neqenciyekê bi neqenciyeke eynî mîna wê ye[2] binirxîne mirov dikare bigihêje van encaman:

Divê ku bi qasî qîmeta materyalan li xwediyê heq vegerîne,

Bi qasî wê jî li hember mafê civakê/giştî cezayê pereyan bide,

 Ji ber ku di îstifadekirina ji xizmeta înternetê sînorê xwe derbas kiriye, cezayê mehrûmiyeta ji mafê înternetê bê dayin.

Bi mînakekê em mijarê vekin: Em bifikirin ku yekî materyalekî ku mafê daxistina wê ya bê pere hatiye qedexekirin, daxist û piştre bi hinekî din re par ve kir. Em bibêjin qîmeta wî materyalî ya madî 100 lîre ye. Di vî halî de 100 lîreyî bide xwediyê heq, 100 lîre jî mafê civakê/giştî divê ku wekî ceza bide û heta xwe îslah bike jî ji mafê înternetê bê mehrûmkirin.

Eger ev sûc ne bi mebesteke şexsî, belbî bi meqsedeke aborî hatibe kirin, divê ku mexduriyet ji holê bê rakirin û cezayê madî ku dê bê dayin ji ber ku li gorî sûc tê tesbîtkirin, teqez dê meblaxên zêde were dayin. Wekî din jî heta xwe îslah bike jî ji mafê înternetê û ji ticaretkirina bi rêya înternetê bê mehrûmkirin. Mirov dikare bibêje ku bicihanîn û tetbîqkirina cezayekî wiha di roja me de ne karekî zehmet e.

Amedakar: Suat ERDOĞAN



[1] Maîde, 5/38.

[2] Şûra, 42/40.