Fetwayen Kurdi
Gelo ji mêr û jinê divê kîjan berê xusla xwe rake?

Gelo ji mêr û jinê divê kîjan berê xusla xwe rake?

Pirs: Dema meriv bi jina xwe re raza ma lazim e ku pîrek pêşî serê xwe bişû? Ma tu zirara wê heye ku mêr berê serê xwe bişû?

Bersiv: Piştî têkilatiya cinsî, rakirina xuslê lazim e. Di vê de ji bo mêr û jinê, tu rêz an jî dor tune ye. Ger bixwazin bi hev re yan jî cuda dikarin serê xwe bişûn. Di vê meseleyê de tu delîleke ku vî tiştî ferman an jî tewsiye bike tune ye.