Fetwayen Kurdi
Pîraka ku dema cilê wê xelas bûbe û dîsa jî xwînê bibîne, dê çi bike?

Pîraka ku dema cilê wê xelas bûbe û dîsa jî xwînê bibîne, dê çi bike?

Pirs: Dema xwînmeha/cilê jina min xelas bû û xusla xwe rakir. Lê piştî demekê ferq kir ku dîsa xwîn jê tê. Ma qey jina min hîn di cila de ye? Divê çawa tev bigere?

Bersiv: Dema xwînmeha pîreka we bi dawî bûye. Xwîna ku jê tê jî ne xwîna cila ye. Pêkan e ku ev xwîn, ji rehên xwînê yên terikî tê. Di huqûqa Îslamê de ev xwîn, bi navê “îstihzayê” ango “xwîna uzur” tê binavkirin. Pîreka ku di vê rewşê de be, divê ku limêj bike. Her wiha dikare bi mêrê xwe re jî razê ango pê re têkeve munasebeta cinsî.

Bo bidesxistina agahiyên berfirehitr di mijara rewşa pîrekan ya taybet de em tewsiye dikin hûn li semînera ji aliyê bijîşkekî nexweşiyên jinan ve ya ku li weqfa me hatibû dayin, temaşe bikin. Ji lînka jêr hûn dikarin li semînerê temaşe bikin:

http://www.kurandersi.com/vakif-etkinlikleri/jinekolog-dr.osman-ozyurt/kadinin-ozel-halleri.html