Fetwayen Kurdi
Ma kuştina dujminên dînê Îslamê caiz e?

Ma kuştina dujminên dînê Îslamê caiz e?

Pirs: Ji kesê misilman re kuştina kesên ku bi devkî yan jî bi nivîskî dev diavêjin Îslamê, ango dujminên dînê Îslamê, misyoner û yên nahêlin ku jinên bawermend serê xwe binixumînin, caiz e yan na?

Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:

“Xwedê, qencî û edaleta bi wan ên ku ji bo dîn şerê we nakin û we ji welatê we dernaxin, li we qedexe nake. Xwedê ji edaletkeran hez dike. Xwedê li we qedexe dike ku hûn wan ên ji bo dîn şerê we kirin û hûn ji cih û warê we der xistin û ji bo deranîna we arîkarî kirin, ku hûn ji xwe re bikin dost û arîkar. Kî wan ji xwe re bike dost û arîkar, vêca ha ew in ên stemkar.[1]

Li gorî ayetê, ên ku sê xetên sor bin pê kirine, dê bi wan re herb bê kirin. Ango dema raste rast li hember me şer bikin, me ji warê me derxin an jî arîkariyê bidin wan. Ji bilî van, tu kesê kafir nayê kuştin. Rewşên ku we di pirsa xwe de rave kiriye, dikeve bin hukmê vê ayetê:

Hûn ê di mal û canê xwe de bêne ceribandin. Misoger hûn ê ji wan ên ku beriya we kitêb ji wan re hatiye dayin û ji wan ên ku ji Xwedê re hevpişkan çêdikin, pir gotinên birenc bibihîzin. Eger hûn sebir bikin û xwe biparêzin, vêca ha ew birastî ji karên mikûm î giran in.[2]

Li hember gotinên nexweş û li hember heqaretan, divê meriv bi sebir, tedbîr û bi biryar be. Ji bilî van helwestan, tu rêyeke din nahatiye nîşandan.

Ji bo agahiyên berfirehtir, serî li lînka jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/musluman-olmayanlarla-iliskiler.html



[1] Mumtehîne, 60/8-9.

[2] Alî Îmran, 3/186.