Fetwayen Kurdi
Ma Filehan diya me Meryem jî ji xwe re kirine îlah?

Ma Filehan diya me Meryem jî ji xwe re kirine îlah?

Pirs: Di ayeta 116’an ji sûreyê Maîde, tê ragihandin ku Hezretî Meryem jî îlah hatiye gerandin. Tiştê ku ez dizanim Fileh, sirf ji Hezretî Îsa re bendeyiyê dikin. Gelo bera ku Hezretî Meryem kirine îlah kîjan e?

Bersiv: Filehan di sala 431’ê di Konsîla Efesê de ev biryar girtine:

“Îsa, kesayeta xwe bi bedeneke ku bi ruhê xwedan aqil hatiye vejinandin kiriye yek û bûye însan. Dayik Meryem jî bi mena xwe ya rastîn Dayika Xwedê ye.”[1]

Xuya ye ku dayika Xwedê jî -haşa-dê xweda be!

Li gorî Katolîkan, “Dayiktiya wê neqediyaye. Bi navgîniya wê ya ku dubare dibe, diyariyên ku bextewariya ebedî garantî dike, hîn jî berdewam e. Di Kilîseyê de ji dayika Meryemê re dibêjin parêzger, alîkar, ya bi bal alîkariyê ve dibeze, ya navberiyê dike.”[2]

Ew bi van gotinên xwe, Meryemê dikin îlah/xweda. Xwedê Teala dê rojekê wiha bibêje:

Ey Îsayê kurê Meryemê! “Ma te ji mirovan re got ku min û dayika min di navbera xwe û Xwedê de du îlah wergirin?” (Îsayê kurê Meryemê) dê wiha bibêje: “Haşa! Ez Te ji hemû kêmasiyan pak didêrim. Ya ji min re ne durist be, ne heqê min e ku ez bibêjim. Eger min ew gotibe, bêguman Tu pê dizanî. Tu ya di dilê min de dizanî û ez ji nihêniyên Te tu tiştî nizanim. Bêguman her Tu yî zanayê bi ya nediyar û nihênî. Bi tenê tiştê ku Te emrê min pê kir, min ji wan re got: ku ji Xwedayê ku Perwerdegarê min û Perweredegarê we ye bi tenê re bendetiyê bikin. Heta ku ez di nav wan de bûm, ez li ser wan zêrevan bûm. Çi gava Te ez mirandim, êdî Tu li ser wan çavdêr bû. Jixwe Tu li ser her tiştî bîner î.”[3]



[1] Katolik Kilisesi Din Ve Ahlak İlkeleri, Wergêr: Dominik Pamir, Stenbol 2000, paragraf: 467.

[2] Katolik Kilisesi Din ve Ahlak İlkeleri, paragraf: 969.

[3] Maîde, 5/116-117.