Fetwayen Kurdi
Gelo li daru’l-herbê faîz, caiz e?

Gelo li daru’l-herbê faîz, caiz e?

Pirs: Li ser înternetê çend seydayên din ên ku mîna we bersiva pirsên gel didin hene. Em hem malpera we hem jî malpera wan dişopînin. Çawa ku her pênc tiliyên dest ne wekî hev in, di bersivên we de jî hin ferq û cudahîtî hene. Ji vana ez dixwazim bi tenê yekê, mesela li daru’l-herbê faîzê bipirsim. Hin seyda hene, ji nerîna ku meriv li daru’l-herbê dikare faîzê bigire, di malperên xwe de dibêjin ku muslumanên li derveyî welêt dijîn ji bo wan caiz e ku bi krêdiya bankê xanî bikirin. Heta hin deman li ser televîzyon û di rojnameyan de jî vî tiştî tînin ser zimên. Gelo sedemê vê cudabûna bersivê çi ye? Ango Xwedê dê bi awayekî teqez faîzê heram bike, lê belê ev herambûn sirf daru’l-îslamê dê di xwe de bigire û li daru’l-herbê dê ne heram be! Hûn dikarin mijara li daru’l-herbê faîzê rave bikin?

Bersiv: Di mezhebê Henefî de li gorî Îmam Ebû Henîfe û Îmam Muhemmed, muslumanekî li war û welatê xeyrimusluman (daru’l-herbê) be, dikare bi hemwelatiyê wê dewletê re kar û muameleyên bi faîz bike. Ew meriv herçiqas li wê derê misilman bûbe û hêj koçî welatê muslumanan (daru’l-îslamê ) nekiribe jî.

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/darulharpta-faiz-alinabilecegini-soyleyenlerin-delili-nedir.html

Lê belê Îmam Ebû Yûsuf, ne di vê nerînê de ye. Lewra xeyrimuslumekî ku ji bo hatina welatê muslumanan destûr jê re hatibe dayin=muste’men) çawa ku nikare li vir kar û muameleyên bi faîz bike, her wiha yê misilman jî nikare li welatê wan vî karî bike.

Di mezhebê Malikî, Şafiî û Henbelî de jî faîz li her derê heram û qedexe ye. Lewra di ayet û hedîsên ku faîzê qedexe dikin de tu ferqek “mîna li daru’l-îslamê heram e, li daru’l-herbê ne heram e” nexistiye navbera wan.

Eger bixwin jî îxtilafa ku meriv heywanên mirar û goştê berêz bifiroşe xeyrimusluman û lîstina qumarê bi wan re di vir de jî derbas dibe. Li gorî Ebû Henîfe û Îmam Muhemmed, meriv dikare van jî bike.

Dema meriv nerîna herdu aliyan vedikole, bi awayekî zelal dertê holê ku faîz bê ku meriv tu ferqê bide ber çavan li her derê heram û qedexe ye. Di vê mijarê de ayet û hedîs qet tu ferqê naxin nevbare daru’l-îslam û daru’l-herbê.

Di malpera me de di beşa Araştırmalar de bi sernavê Dâru’l-Harp’ta Faiz lêkolînek me heye. Hûn dikarin delîlên herdu nerînan û nirxandina delîlan ji vê nivîsê bixwînin.

Nivîs di lînka jêr de ye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/islam-iktisadi/drul-harpta-faiz.html