Fetwayen Kurdi
Gelo tu hedîseke ku li daru’l-herbê faîzê caiz bidêre heye?

Gelo tu hedîseke ku li daru’l-herbê faîzê caiz bidêre heye?

Pirs: Min bihîst ku hedîsek heye nîşan dide ku li daru’l-herbê faîz tê stendin. Gelo hedîsek wiha heye? Eger hebe jî sehîh e?

Bersiv: Tu hedîseke ku bibêje li daru’l-herbê faîz tê dayin û stendin tune ye. Lê belê riwayeteke ku hinên Henefî wê ji xwe re delîl digirin heye. Riwayet wiha ye:

لَا رِبَا بَيْنَ الْمُسْلِمِ وَالْحَرْبِيِّ فِي دَارِ الْحَرْبِ

“Li daru’l-herbê di navbera yê misilman û yê herbî de faîz tune ye.”[1]

Îmam Zeyleî (w. 762/1360), di pirtûka xwe ya bi navê Nasbu’r-Raye li-Ehadîsi’l-Hidaye ji bo vê riwayetê gotiye ku “xerîb e”.[2] Li gorî wî xerîb; riwayeta ku seneda wê tune ye.[3]

Îbn Hecer el-‘Esqelanî (w. 852/1449) gotiye ku “riwayeteke wiha min nedîtiye = لم أجده”[4]

Ev riwayet di çavkaniyan de bi gotinên cuda derbas dibe.[5] Di çavkaniyên Henefiyan de rawiyê wê bi tenê ji tabiîyan Mekhûl e (w. 112/730) û bi rêya mursel (ango bê ku navê sehabî bibêje) hatiye îsnadkirin bi bal Pêxember (s.a.w) ve. Hedîs bi vî awayî, nabe delîl.

Gotinên Îbn Qudame (w. 620/1223) yên li jêr, mijarê xulase dike. Wî wiha gotiye:

“Hukmekî ku herambûna wê bi Qur’an, sunet û îcam‘ê sabit bûbe, ne durist e ku meriv bi hedîseke mechûl a ku di pirtûkên hedîsên sehîh an musned an jî pirtûkên din ên pêbawer de derbas nabe, terk bike. Wekî din jî hedîs hem mursel e hem jî hedîs tê mena ku Qasidê Xwedê faîz li daru’l-herbê qedexe kiriye. Lewra gotina لَا رِبَا ‘faîz nabe’ dibe ku bi awayê ‘faîz qedexe ye’ jî bê fêhmê. Lewra di ayetekê de wiha derbas dibe: ‘فلا رفث ولا فسوق ولا جدال فى الحج, Di hecê de nêzbûna bi bal jinan ve, kirina gotinên nebaş û pevçûn, nabe.’ (Bakara, 2/197)”[6]

Hûn dikarin ji çavkaniyên li jêr bi kûrebînî, mijara herambûna faîzê li daru’l-îslam û daru’l-herbê, bişopînin.[7]



[1] el-Merxînanî, el-Hidaye, III, 66.

[2] Zeyleî, Nasbu’r-Raye, IV, 44. Wekî din bnh. Şafiî, el-Umm, VII, 359.

[3] Bnh. Abdullah Aydınlı, Hadis Istılahları Sözlüğü, Weşanên Hadisevi, Stenbol 2006, rp. 101.

[4] Îbn Hecer, ed-Diraye fî Tahrîci Ehadîsi’l-Hidaye, II, 158.

[5] Ji bo van cudahiyan bnh. Şafiî, el-Umm, VII, 359; Beyheqi, Merifetu’s-Sunen we’l-Asar, XIII, 272.

[6] Îbn Qudame, el-Mux, IV, 176-177.

[7] Abdülaziz Bayındır, Ticaret ve Faiz, Weşanên Weqfa Suleymaniye, Stenbol 2007, rp. 130-137; Servet Bayındır, “Din ve Ülke Farklılığının Faizin Hükmüne Etkisi”, İstanbul Üniversitesi İlahiyat Fakültesi Dergisi, 2006, jimar. 14, rp. 207-235.