Fetwayen Kurdi
Gelo masturbasyon heram e yan mekrûh e?

Gelo masturbasyon heram e yan mekrûh e?

Pirs: Meriv dê çawa ji belaya masturbasyonê xelas bibe?

Bersiv: Masturbasyon ne heram e, belbî mekrûh e. Encax divê ku meriv wî tiştê nebaş, pir neke. Lewra dibe ku bibe sedem û derî li pêşiya pirî nexweşiyan veke. Ji bo xelasiya ji vê nexweşiyê, dermanê sereke zewac e. Lê belê mîna ku tê zanîn, li welatê me zewaca di temenê 19-20 de pir zehmet e. Wê gavê, ma ku meriv heta zewacê, rojiyê bigire. Bêguman rojî ji aliyê perwerdehiya nefsê ve roleka xwe ya pir girîng heye.

Hezretî Eyşe (x.j.q) dibêje Pêxemberê (s.a.w) wiha ferman kiriye:

 “Gelî xortan! Qaweta we kê û zewacê hebe bila bizewice. Ew kesê qawet û îmkana wî ya madî tune be, bila rojiya (sunet/nafîle) bigire. Lewra rojî şehwetê dişikîne.”[1]

Di vê navberê de pêwîst e ku, em dua û sebrê îhmal nekin. Eger alîkariya Xwedê Teala tune be serkeftin tu carî ne pêkan e. Ji bo alîkariya Wî jî du tişt wekî şert û merc derdikevin pêşiya me. Sebir û limêjkirin:

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Gelî bawermendan! Bi  sebir û nimêjê arîkariyê bixwazin. Bêguman Xwedê, digel sebirkêşan e.”[2]

Eger ev şert û merc bêne cî, mirov dê bigihîje daxwaziyên xwe.



[1] Buxarî, Nîkah, 3; Muslim, Nîkah, 1.

[2] Beqere, 2/153.