Fetwayen Kurdi
Hukmê masturbasyonê çi ye?

Hukmê masturbasyonê çi ye?

Pirs: Hukmê masturbasyonê çi ye?

Bersiv: Di kitêba Deylemî ya bi navê “el-Fîrdews bi Me’surî’l-Xitab” de hedîsa, “Xwedê, roja qiyametê li rûyê heft zumreyan nanihêre. Yek ji wan jî yên ku bi destê xwe re nîkahê dikin (masturbasyonê dikin.)”derbas bibe[1], wekî din ev hedîs di berhema “Keşfu’l-Xefa” ya Eclûnî[2] de jî derbas dibe.

Lê belê di derheqê vê gotinê de Îbn Cewzî wiha dibêje:

Ew hedîsa ku bi bal Pêxember (s.a.w) ve tê nisbetkirin, ne hedîseke sehîh e. Wekî din Hessan û Meslemeyê ku di zincîra riwayetê de derbas dibin, mechûl in.”[3] Ango nayên naskirin, nenas in.

Di derbarê masturbasyonê de ji ber ku tu delîlên teqez, yekser û rasterast tune ne, em nikarin bibêjin ku heram e. Encax em dikarin bibêjin ku mehrûh e. Tu cudatî di navbera yên ezeb û yên zewicandî de jî tune ye. Lê belê alimên ku dibêjin mekrûh e, bi piranî, vî hukmî di bara ezeban de rave dikin.



[1] Beyrût 1986, II, 332,

[2] Beyrût 1988, I, 448, jimara hedîsê: 1462.

[3] Îbnu’l-Cewzî, el-Îlelu’l-Mutenahiye, Pakîstan 1981, II, 144, jimara hedîsê 1046.