Fetwayen Kurdi
Ma meriv niyeta hecê çawa tîne?

Ma meriv niyeta hecê çawa tîne?

Pirs: Gelo meriv niyeta hecê çawa tîne?

Bersiv: Kesê sirf bo hecê yanî heca îfradê niyetê bîne, dê bibêje: “Xwedayê min! Ez dixwazim hecê bikim. Wê ji min re hêsan bike û ji min qebûl bike.”

Ji bo heca qîranê jî dê wiha niyetê bîne: “Xwedayê min! Ez dixwazim hec û ‘umreyê bikim. Wan ji min re hêsan bike û ji min qebûl bike.”

Kesê bixwaze ku heca temettu‘ê bike, di mewsimê hecê de dê bo ‘umreyê niyeta xwe bîne. Piştî ku ‘umreya xwe temam kir di mewsimê heman salî de mîna heca îfradê dê bi tenê bo hecê niyeta xwe bîne û îhrama xwe girê bide.

Kesê sirf bo ‘umreyê niyet tîne jî dê wiha bibêje: “Xwedayê min! Ez dixwazim ‘umreyê bikim. Wê ji min re hêsan bike û ji min qebûl bike.”