Fetwayen Kurdi
Kesê ku niyeta hecê kiribe, lê derfeta çûyinê nedîtibe?

Kesê ku niyeta hecê kiribe, lê derfeta çûyinê nedîtibe?

Pirs: Muslumanê ku bo çûna hecê niyet û hemî amadekariyên xwe kiribe, lê di dema birêketinê de nexweş bikeve û neçe hecê yan jî di rêya hecê wefat bike, gelo ev însan dibe hecî, ango ev hewldana wî jê re dibe hec?

Bersiv: Naxêr ev nakeve şûna hecê. Lewra da ku meriv bibe hecî divê meriv di demeke diyar de li cihekî diyar û hin menasik û îbadetên diyar, bike. Lê, Xwedê Teala, dê wî kesê han ji ber vê niyet û hewldana wî, xelat bike.