Fetwayen Kurdi
Gelo qurbanên ku li Hecê tên serjêkirin têne îsrafkirin?

Gelo qurbanên ku li Hecê tên serjêkirin têne îsrafkirin?

Pirs: Li gorî nûçeyeke di televîzyonê de qurbanên ku li Hecê tên serjêkirin, li cihekî ku kamera lê nînin, tên komkirin û ne li feqîran tên belavkirin ne jî rê li ber zîyanbûna wan tê girtin. Pir serê xwe li ser vê meseleyê diêşînim. Di dînê me de îsraf ne caiz e û heke tiştekî wisa tê kirin tiştekî wisa rast e gelo?

Bersiv: Mixabin rast e ku di salên borî de jî bûyerên bi vî rengî çêbûn. Helbet mirov nikare tiştekî wisa qebûl bike. Lê belê di salên dawî de bi taybet bi saya organîzasyonên mezin, tê dîtin ku qurbanên ku li Hecê tên serjêkirin, ji bo welatên feqîr tên şandin. Divê mirov ji hemû nûçeyên di televîyonê de bawer neke.