Fetwayen Kurdi
Gelo caiz e ku mirov krediyê bikişîne û bi vî pereyî qurbanê ser jê bike?

Gelo caiz e ku mirov krediyê bikişîne û bi vî pereyî qurbanê ser jê bike?

Pirs: Wek ku cenabê we dizane hin banka ji bo eydê krediyê didin. Gelo mirov dikare di vê eydê de, ji pereyê wê krediyê qurbanê ser jê bike?

Bersiv: Kredî tê maneya deynê bi faîz. Faîz jî yek ji mezintirîn qedexeyên Xwedê ye. Ji bo bicîhanîna îbadeteke wek; çûyîna Hecê yan serjêkirina qurbanê be jî bi tu awayî ne caiz e ku mirov berê xwe bide faîzê. Her wiha divê rê li ber wê yekê bê girtin ku faîzên bankan, tevlî îbadetên me neyên kirin.

Jixwe yê ku halê wî yê madî ne baş e ne hewce ye qurbanê ser jê bike. Ji bo vê xwe nexin tengasiyê.